Erşek li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Sebahat Erşek a li bejahiya Hezexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, li bajarokê Sirtkoy ê Hezexê ji aliyê bi sedan kesî hat oxirkirin.

Sebahat Erşek a ji 12 kesên ku li navçeya Hezex a Şirnexê 24’ê Sibatê di êrîşa hewayî ya helîkopterên Kobrayan a li bejahiya gundê Hespîstê de jiyana xwe ji dest da, li bajarokê Deşta Darê (Sirtkoy) ê navçeya Hezex a Şirnexê hat defnkirin. Piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê, cenazeyê Erşek ber bi bajarokê Deşta Darê yê Hezexê derket rê. Cenaze di ketina bajarok de ji aliyê bi sedan kesî bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin.
Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Erşek li ser milên jinan heta cihê bê defnkirin bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” hat birin. Dema defnkirinê li ser lorikên dayika Erşek, gelek kesan rondik barand.
Cenazeya Erşek bi tîlîlî û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve hat defnkirin.