Êrîşên li Nisêbînê giran bûn

Li Nisêbînê ku bi rojane êrîş lê tê kirin, danê vê sibehê çekdarên dewletê êrîşên xwe şidandin.

Li Nisêbînê ku bi rojane êrîş lê tê kirin, danê vê sibehê çekdarên dewleta Tirk êrîşên xwe şidandin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, qedexeya derketina derve di roja 9. de ye. Êrîşên ku duh heta derengiya şevê dewam kirin, ber destê sibehê ji nû ve dijwar bûn.

Li taxên Zeynelabîdîn, Kişla, Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa, maşînên zirxî yên li serê kolanan bi cih bûne, gule li taxan reşandin. Ji ber gulereşandinê gelek xaniyan xisar dîtin. Li navçeya ku av û elektrîk li ser hatiye birîn, êrîşên hêzên dewleta Tirk dewam dikin.