Êrîşên li Hezexê dijwar dibin
Li Hezexê, danê vê sibehê bi topan û çekên giran êrîşên hatin kirin.
Li Hezexê, danê vê sibehê bi topan û çekên giran êrîşên hatin kirin.
Li navçeya Şirnex Hezexê ku "qedexeya derketina derve" di roja 11. de ye, êrîş bi dijwarî dewam dikin.
Helîkoptereke kobra duh bi şev bi saetan li ser Hezexê geriya û piştre li hemberî taxa Tûrgût Ozalê êrîşan destpê kirin. Êrîş bênavber dewam dike. Tank, top û maşînên zirxî yên li nuqteyên cuda yên navçeyê hatine bicihkirin, top û guleyan li taxê dibarînin.
Ji taxa Tûrgût Ozal dû tê.