Êrîşên li hemberî gelê Farqînê dijwar bûn

Li navçeya Farqînê qedexeya kolanan di roja duyemîn de berdewam dike û polîs û tîmên taybet êrîşên xwe yên li hemberî gel dijwar kirin.

Li navçeya Farqînê qedexeya kolanan di roja duyemîn de berdewam dike û polîs û tîmên taybet êrîşên xwe yên li hemberî gel dijwar kirin. Hate zanîn ku di encama êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn e. Welatiyên xwesti welatiyên birîndar bigirin jî rastî êrîşa polîsan hatin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya kolanan di roja duyemîn de berdewam dike. Êrîşên polîs û tîmên taybet ên li taxên Tekel, Konak û Mescîtê yên li hemberî gel bi dijwarî berdewam dikin. Tê gotin ku li taxên polîs êrîşê lê dikin birîndar hene û welatiyan xwestin birîndaran bigirin. Lê polîsan welatiyên dixwastin birîndaran jî bigirin gulebaran kirin. Ji ber vê yekê welatiyên li taxên berxwedan lê didome û li taxên din welatî çalakiya deng derxistinê dikin û bertekan nîşanî vê yekê didin.

Li taxên Konak, Mescit û Tekelê av û ceyran tuneye

Li taxên berxwedan didome bi qedexeya kolanan ceyran û av hat qutkirin. Ligel ve yekê li navçeyê şebekeyên telefonê jî dest bi qutbûnê kirin. Hêzên dewletê dixwazin bi vêyekê berxwedanê bişkênin. Lê ligel vê yekê berxwedan gel bi biryar didome.

Wesayîta zirxî ya hatî ruxandin bi wesayîta zirxî birin

Di dema êrîşan de wesayîta zirxî hate darpkirin û wesayîta zirxî bi wesayîtekî zirxî birin.