Êrîşên li hember Farqînê dijwar bûn
Li navçeya Farqînê piştî ku li 3 taxan qedexe hate îlankirin tîmên taybet êrîşên dijwar li dijî taxan pêk tîne, li tevahî navçeyê înternet û GSM hatin astengkirin û hatin û çûyînên navçeyê di bin kontrolê de ne.

Li navçeya Farqînê ya Amedê bi îlankirina rêveberiya awarte li taxên Tekel, Konak û Mescîtê hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî ve êrîş pêk anîn, li navçeyê înternet û GSM hatin astengkirin. Hatin û çûyinên li navçeyê ji aliyê tîmên taybet ve hatin girtin û wesayît jî piştî lêgerîn tê kirin ji bo bikevin navçeyê destur tê dayîn.
Li aliyê din li taxên Tekel, Konak û Mescîtê êrîş zêde bûn û li taxên din jî tevgera polîsan heye. Polîs li taxan bi wesayîtên zirxî ve digerin û li navçeyê tevgera helîkopteran jî heye.