Êrîşên li dijî Rojnewsê dewam dikin

Ajansa Nûçeyan Rojnews a li Başûrê Kurdistanê dixebite, ji 24'ê Tîrmehê û vir ve rastî êrîşên sîber tê.

Ajansa Nûçeyan Rojnews a li Başûrê Kurdistanê dixebite, ji 24'ê Tîrmehê û vir ve rastî êrîşên sîber tê. Ajansa ku beriya niha li Tirkiyeyê rastî astengiyan hat, niha jî di encama êrîşan de weşanên wê yên giştî yên înternetê jî tê astengkirin.

Desteya Rêveber a Rojnewsê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku êrîşên li hemberî ajasna wan dewam dikin, lê ew ê bi weşaneke xurttir bersivê bidin êrîşan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîş ne tenê li hemberî ajansa me, li hemberî xwendevanên ajansa me tê kirin. Di heman demê de xespkirina mafê wergirtina nûçeyan e. Bêguman li hemberî van hemû êrîşan wê bersiva me, weşaneke xurttir be. Di demeke kurt de em ê bi pêkanîna hin guhertinan re careke din xwe bigihînin şopdar û xwendevanan. Em ê xeta çapemeniya azad bi israr bidomînin."

Rojnewsê, komkujiya ku dewleta Tirk bi êrîşa hewayî li gundê Zergelê yê Başûrê Kurdistanê kiribû, bi dîmenên ji cihê bûyerê re ji cîhanê re ragihandibû. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî nûçe û dîmenên ajansê, di pejirandina vê komkujiyê de ku 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, weke referans bi kar anî bû.