Êrîşên dewleta Tirk li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin
Komkujî û terora dewleta Tirk, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên "deng derxistinê" hatin şermezarkirin.
Komkujî û terora dewleta Tirk, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên "deng derxistinê" hatin şermezarkirin.
Komkujî û terora dewleta Tirk, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên "deng derxistinê" hatin şermezarkirin.
HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî danê êvarê çalakiya "deng derxistinê" hat lidarxistin. Di çalakiya ku li navenda bajêr hat lidarxistin de, Kurdistanî û dostên wan, pankartên ku hovîtiya rejîma AKP'ê ya li hemberî sivîlan nîşan didin, hilgirtin.
OFFENBACH: Komek ji jinên Kurd ên li bajarê Offenbachê hatin cem hev, beşdarî ayîna li dêreke bajêr bûn û li ser mijarê agahî dan. Jinên ku ji aliyê rahîbê dêrê ve hatin pêşwazîkirin, dosyayek li ser kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kirin. Li dû hevdîtinê jin tevlî ayînê bûn.
HANAÛ: Li bajarê Hanaû, jin bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara li hev civiyan û bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin. Jinên li Markt Platzê hatin cem hev, şûşeyên plastîk li hev dan û bi vî rengî çalakiya "deng derxistinê" pêk anîn. Çalakgeran her wiha ji bo meş û mîtînga roja Çarşemê (Sibe) ya li Hanaû, banga beşdariyê kirin.
WETZLAR: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berçem jinan li navenda bajarê Wetzlarê çalakiya "deng derxistinê" pêk anîn. Di çalakiya ku bi dehan jin beşdar bûn de pankarta bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujî heye" hat hilgirtin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Berçem axaftin li vir hat kirin û bal hat kişandin ser girîngiya xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kuridstanê.
DARMSTADT: Çalakiya "deng derxistinê" ya li bajarê Darmstadtê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Roza hat lidarxistin. Bi dehan jin beşdarî çalakiya li navenda bajêr bûn.
MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîmê bi pêşengiya jinan çalakiya "deng derxistinê" hat lidarxistin û bal hat kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin.
LÎMBÛRG: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lîmbûrgê, ji bo xwedîderketin û silavkirina xwerêveberiyan, civîneke gel lidar xist. Nûnerê NAV-DEM'ê di civînê de pêvajo nirxand û destnîşan kir, ku ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyan, wezîfeyê mezin dikevin ser milê gelê li Ewropayê dijî. Nûnerê-NAV-DEM'ê da zanîn, ku divê çalakiyên demokratîk werin lidarxistin û gel bi ruhê berxwedana Kobanê dakevin qadan. Li bajarên başûr û başûrrojavayê Elmanyayê wê sibe jî gelek meş û mîtîng werin lidarxistin.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrgê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê bi tundî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de Kurdistaniyan û dostên wan ên Elman bi rêya muzîkê deng derxistin û êrîş protesto kirin. Li ser navê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ axaftinek li vir hat kirin û hat destnîşankirin, ku di navbera êrîşên dewleta AKP'ê û rêxistina çete ya nokerê wê DAIŞ'ê ti cudahî nîne.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, li ser mijarê dosya radestî Wezareta Karên Derve ya Federal hat kirin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Berlînê û Meclîsa Jinê ya DESTDAN, girseya gel li ber Wezareta Karên Derve li hev civiya û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bêdengiya Yekîtiya Ewropa û bi taybetî Elmanya ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat şermezarkirin. 3 dosyayên ji aliyê KNK, CENÎ û NAV-DEM'ê ve li ser mijarê hatibûna amadekirin radestî rayedarên Wezareta Karên Derve ya Elmanya hatin kirin. Çalakî piştî radestkirina dosyayan bi dawî bû. Roja 22'ê Kanûnê (îro) wê saet di 15:00 de li Berlînê çalakiya dengderxistinê pêk were.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, endamên Komeleya Jinên Kurd AVESTA, ji bo şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê, li meydaneke qelebalix a bajêr Stephansplatzê çalakiyeke korsan lidar xistin.Koma ji 50 kesan pankartên mezin ên bi nivîsên "Kujer Erdogan" û "Ji komkujiyên li Kurdistanê re êdî bes e" hilgirt. Di çalakiyê de bi qasî saetekê belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin xwendin û gelek belavok hatin belavkirin. Jİ bo meşa mezin a roja Şemiyê li navenda bajarê Viyanayê jî banga tevlîbûnê hat kirin.
PARÎS: Li Parîsê, Meclîsa Çandê ya navenda Civaka Demokratîk bi armanca şermerzarkirina êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê, çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Endamên Meclîsa Çandê saet di 18:00 de li Gare de Lyon a Parîsê li hev civiyan, li erbanê dan û li ser komkujî û polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta AKP'ê de belavokên bi zimanên Îngilîzî û Fransî belav kirin.