Êrîşên bi obus û hewanan bênavber didomin

Erîşên artêşa Tirk ên bi hewan, obus û topan bênavber didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên obus, hewan û topan didomin.

HPG’ê têkildarî van êrîşan ev agahî da:

“25’êTîrmehê saet di navbera 14:00 - 15:00, 16:00 - 18:00 û 23:00’an û 26’ê Tîrmehê saet di navbera 00:00, 06:00 - 07:30’î de qereqola Oremar a li navçeya Gever a Colemêrgê qadên Şehîd Bager, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Erdal, Şehîd Gafur û Şehîd Rahîme yên girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medya bi obus, hewan û tankan bomberdûman kiriye. Hêzên me yên gerîla bersiv dane van êrîşên artêşa T.C a dagirker. Her wiha qereqolên Nînova, Grana, Rubarok, Mamreş û Bêzok qada  Mêrgê, Tepê Xwedê û Şehîd Ronahî bi obus, hewan û tankan bomberdûman kir. Hêzên 26’ê Tîrmehê di navbera 04:30 - 05:30’î de bi çekên giran li Qereqola Mamreş dane.

25’ê Tîrmehê di navbera saet 21:00 - 21:30’î de Qereqola Şivan a li ser xeta herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medya girê Partîzan bi obus, hewan û çekên giran bomberdûman kiriye. Piştî bomberdûmanê li eraziyê şewat derketiye.

25’ê Tîrmehê di navbera saet  18:00 - 18:30’î de Qereqola Serbesta ya li ser xeta sînorê Qilabana Şirnexê li hember qada Kuroşinê bi obus û hewanan bomberdûmanek pêk aniye.

Roja 25’ê Tîrmeh’ê saet di navbera 05:00 – 06:00 û 14:00 – 18.0:00’an de, , ji qereqola Tepê Ortê herêma Sevê, qereqolên Êrîş û Serê Sevê jî herêmên Girê Rûbar, qûntara Cehennemê û Çiyayê Reş, ji qereqola Bilîcanê jî herêmên Gareyê Biçûk, Şehîd Jiyan, Şehîd Cahîd, Şehîd Newal, Gundê Erbîş, gundê Talisa û Tepeyê Guvenlîkê yên di xeta sînorê herêma Zap a li Herêmên me yên Parastina Medya de ye bi hewan, obus û tankan bomberan kiriye. Di heman demê de saet di navbera 18:00 – 19:00’an de Qereqola Şkêra Tepeyê Cehennemê bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye.”

‘JI GERÎLAYAN LI HEMBERÎ SANTRALA TERMÎK SABOTAJ’

HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîlayan li Berwariyê li hemberî santrala termîk a hîn dewam dike çalakiya sabotajê pêk anîne û wiha hat gotin, “Roja 23’ê Tîrmehê saet di navber 21:00 – 22:00’an de hêzên me yên gerîla li navçeya Berwarî ya Sêrtê li hemberî santrala termîk a li ser çemê Botanê çalakiya sabotajê pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de 4 wesayîtên kar ên santrala termîk anîne rewşa ku êdî neyê bikar anîn. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a TC’yê li herêmê operasyon daye destpêkirin û kemîn danîne. Operasyon hîn berdewam dike.”

‘GERÎLAYAN GEL DER BARÊ PÊVAJOYÊ DE AGAHDAR KIR’

HPG’ê da zanîn ku gerîlayan roja 24’ê Tîrmehê saet 21:30’an de rêyên di navbera Deşta Mûşê, Mûş û Sosnût a girêdayî Pasûrê, gundê Kawar a navçeya Darahênê ya Çewlikê rê ji çûnûhatinê re girtine, wesayît sekinandine û gel der barê pêvajoya ku tê jiyîn de agahdar kirine.”

‘JI GERÎLAYAN ÇALAKÎ: 7 POLÎS BIRÎNDAR BÛ’

HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dewam kir:

“Roja 25’ê Tîrmehê saetên şevê de li hemberî Midûriyeta Polîsan a navçeya Bismil a Amedê ji aliyê hêzên me yên gerîla ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 7 polîs birîndar bûne. Her wiha li hemberî polîsên ewlekariya Qeymeqamtiya navçeya Farqînê digirin jî ji aliyê hêzên me yên gerîla ve çalakiyek hatiye lidarxistin.”

‘LI LICÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 1 WESAYÎT HAT RÛXANDIN’

Roja 25’ê Tîrmehê saet 23:00’an de di navbera gundên Fîs û Celkê yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê hêzên me yên gerîla li hemberî wesayîtekî bi tîpa Kobra , wesayîtekî zirxî yên artêşa dagirker a TC’yê çalakiyek sabotajê pêk anîne. Di encama çalakiya li hemberî wesayîta tîpa Kobra yê de wesayît bi temamî hatiye rûxandin. Di dema derbasbûna wesayîta zirxî de jî hêzên me bi awayekî bi bandor lê xistine û di encamê de 8 leşker hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiya hat lidarxistin artêşa dagirker a TC li hemberî herêmê bi hewan, obus û tankan bomberdûmanek pêk aniye. Piştî êrîşa ku hat kirin de li herêmê şewat derketiye. Her wiha li ser herêmê pêgerên hewayî yên bê mirov xebatên keşfê dikin.

‘ARTÊŞA DAGIRKER A TIRK KEMÎN DANÎ’

Ji roja 24’ê Tîrmehê û pê ve artêşa dagirker a Tirk bi gelek wesayîtên zirxî li qadên bejahiyên gundên Zilpik û Mêrgêxalê yên girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê kemînan datîne

Di navbera saetên sibehê yên roja 22’ê Tîrmehê û saet 10:00’ê roja 25’ê Tîrmehê artêşa dagirker a Tirk li bejahiyên gundên Deman û Kolan ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê kemînan datînin.

.‘LI ELBAXÊ OPERASYONA BÊ ENCAM’

Roja 24’ê Tîrmehê di saetên şevê de artêşa dagirker a Tirk li bejahiya gundê Xelîkê yê girêdayî navçeya Elbax a Wanê operasyon daye destpêkirin. Operasyon di heman şevê de bêyî encam bigire paşve vekişiyaya.

Di van rojên dawiyê de artêşa Tirk zextên pir zêdeli cerdevanên navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo ku tevlî operasyonan, kemîndanîn û nuqteyên sabît bigirin pêk tînin.

‘LI ŞEMZÎNAN LI HEMBERÎ POLÎSAN ÇALAKÎ’

Hêzên me yên gerîla li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li hemberî polîsên Tirk ên li taxa Cumhuriyetê bi awayekî komî diman çalakiyekî li darxistiye.di encama vê çalakiyê de yek jê giran sê polis birîndar bûne.

‘2 KONTRA HATIN KUŞTIN’

Roja 25’ê Tîrmehê rêya di navbera navçeya Tekman a Erziromê û navçeya Kanîreş a Çewlîkê de ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî komeke kontra ya hevkarî bi DAIŞ’ê re dikir çalakiyek pêk hatiye. Di encama vê çalakiyê de 2 kontra hatine kuştin, kontrayek jî birîndar bûye.