Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojava dewam dikin

Artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî gundên Ziyaretê, Koran û Yapsê yên Kobanê kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û ev agahî da: "Di sibeha 28'ê Gulanê de, artêşa Tirk li dijî gundê Ziyaretê yê li  rojavayê Kobanê û li dijî gundên Koran û Yapsê yên li  rojhilatê Kobanê ne, bi çekên giran êrîş kir.  Êrîşên Arteşa Tirk heta êvarê navber dewam kirin."

YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand, êrîşên çeteyan jî dewam dikin û ev agahî da:

"28'ê Gulanê saet di 14.30 de çeteyên DAIŞ'ê nuqtekî şervanên me yên Erka Xwe Parastinê ya nêzî gundê Mekmen ê girêdayî Şedadê hedef girtin. Piştî şerê saetekê, çete neçar man ji qadê birevin.

Çeteyên DAIŞ'ê heman rojê bi çekên giran êrîş birin ser çeperên şervanên me yên Erka Xwe Parastinê yên li başûrrojhilatê bajarokê Eyn Îsa. 

Çeteyên DAIŞ'ê 28ê Gulanê saet 15.00 de ji çeperên xwe yên li başûrê Cerablûsê li dijî bajarokê Şêxler a Jêrîn û saet di 19.00 de jî li dijî bajarokê Şêxler a Jorîn bi çekên giran du êrîşên cuda pêk anîn.

Komên çeteyan saet di navbera 17.00 û 17.30 de jî bi çekên giran êrîş birin ser derdora gundê Qereqozax ê li başûrê bajarokê Şêxler. 

Çeteyên DAIŞ'ê 28'ê Gulanê saet di navbera 09.00-11.00 de li dijî rojavayê bendava Tişrîn û saet di navbera 12.00-13.00 de jî li dijî rojhilatê bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê du êrîşên cuda lidarxistin."