Êrîşên Artêşa Tirk didomin
Artêşa Tirk qada Tepê Şehîd Rojîn a li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kir. Li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike, artêşa Tirk tevahî herêm da ber obus û hawanan.
Artêşa Tirk qada Tepê Şehîd Rojîn a li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kir. Li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike, artêşa Tirk tevahî herêm da ber obus û hawanan.
Artêşa Tirk qada Tepê Şehîd Rojîn a li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kir. Li herêmê tevgera leşkerî berdewam dike, artêşa Tirk tevahî herêm da ber obus û hawanan.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û der barê êrîşên artêşa Tirk de ev agahî parve kir: “18’ê Cotmehê danê êvarî, balafirên şer ên Tirk qada Tepê Şehîd Rojîn a li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kir. Li vê herêmê tevgera leşkerî berdewam dike, di heman saetan de artêşa TC tevahî herêma Bînbîr da ber obus û hawanan.
18’ê Cotmehê saet 10.30-11.00’an qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember herêmên me çekên giran bikar anî, li hemberî vê hêzên gerîlayên me jî bi çekên giran bersiv dan. Di encama lêdanên bi bandor ên li hember çeper û kuleyên qereqolê de çeperek bi temamî hat îmhakirin, kuleyek jî hat derbekirin. Di van lêdanan de hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin.
18’ê Cotmehê saet 08.00-14.00’an pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêmên Girê Çolya, Girê Hermo û Cûdî yên Botanê geriyan.
18’ê Cotmehê saet 11.30’an balafirên şer li tevahî herêma Cûdî êrîşên bombeyî pêk anîn. Her wiha ji saetên sibê heta 20.00’an jî qereqolên Bespin û Gûryan herêma Cûdî da ber obus û topan. Ev êrîşên bombeyî yên bê encam, li herêma Cûdî hê jî didome.
Operasyona artêşa Tirk li herêma Şehîd Kendal a Amedê dabû destpêkirin, duh vekişiya.
14’ê Cotmehê danê sibê, li ser Rêya Îpekê ya navbera Xana Hewêl û Bedlîsê, kontrayan wesayîtek TIR a Wakfekê şewitandin. Dixwazin vê bûyerê bikin malê yekîneyên gerîlayên me. Bi vê bûyerê re ti têkîliyên yekîneyên me tunene.
Operasyona ku 17’ê Cotmehê li navçeya Kop a Mûşê dabûn destpêkirin, vekişiya. Di vê operasyona ku 12’ê Cotmehê de destpêkiribû, di pevçûnan de me daxuyandibû ku gerîlayê me yê bi navê xwe Çekdar gihiştiye şehadetê. Hevalê Çekdar heta guleya xwe ya dawî bi lehengiyek mezin ve li dijî dijmin şer kiriye. Li gor agahiyên gihiştine destên me, di vê pevçûnê de leşkerek miriye, 2 jî birîndar bûye.
18’ê Cotmehê saet 12.00’an li ser herêmên Xarçik û Xengirvan ên girêdayî Dêrsimê tevgerek zêde yên pêgerên hewayî yên bê mirov çêbûye. Operasyona ku li van qadan hatibû destpêkirin, hê jî didome.
17’ê Cotmehê gerîlayekî me dema diçû wezîfeyê, ket çemê Mûnzûrê û şehîd ket. Cenazeyê hevalê me ji aliyê gelê herêmê ve hatiye dîtin, piştre leşkeran cenaze ji gel girtiye.
Agahiyên sicîlê yên hevalê me yê gihiştiye şehadete:
Nasnav: Ozgur Rohat
Nav - Paşnav: Umît Olçen
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Emîne – Abdûlazîz”