Ergun li ser milê jinan hat oxirkirin

Menekşe Ergun a li Êlihê ji aliyê çeteyên AKP'ê ve hat qetilkirin, li ser milê jinan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Menekşe Ergun (Roza Botan) a li taxa Aydinevlerê ya Êlihê bi hevala xwe Rûşen Altûnê re ji aliyê hêzên dewletê ve di 15’ê Adarê de hatibû qetilkirin, ji ber qedexeya derketina derve malbat nikaribû cenaze bibe Nisêbînê, ji ber vê li Êlihê definkirin. Cenazeyê Ergun li Êlihê bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin. Cenazeyê Ergun duh êvarê biribûn Goristana Asrî û li vir hate rawestandin. Îro jî li hewşa goristanê ji bo Ergun merasîmeke heybet hat lidarxistin. Di merasîmê de bê navber dirûşmên “Ey şehît xwîna te li erdê namîne”, “Şehît namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn. 

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê li ber sirûda “Ey Reqîp” destpê kir û di dema rêzgirtinê de fişekên hewayî hatin teqandin. Di merasîmê de ewil Hevseroka DBP’ê ya Êlihê Nûrten Uzumcu axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiya temenê xwe li têkoşîn û berxwedana cangoriyên Kurdîstanê yên ji bo azadiya gel canê xwe didin xwedî der bikevin. Dayika Aştiyê Sultan Azboy jî da zanîn ku ciwanên gelê kurd ji bo azadî, çand û ziman jiyana xwe ji dest didin û bang li gel kir ku xwedî li berxwedana zarokên xwe der bikevin. 

Endama Kordînasyona KJA’yê Ayla Akat Ata jî axivî û dest nîşan kir ku ew demeke ku barê wan giran e û di pêvajoyek dijwar a ku wê bi xwe re azadiyê bînê de derbas dibin û ji malbat û gelê kurd re sersaxî xwest. 

Piştî axaftinan jin û dayikan qurnefîl danîn ser darbesta Ergun. Darbesta Ergun a ku bi qurnefîlan hat xemilandin, jinan hilda ser milan û ew heta gora wê veguhastin. Ergun li cem cangoriyên di berxwedana qadên xweser de jiyana xwe ji dest dan defin kirin.

Ji ber malbata Ergun li Stenbolê dijî, wê malbat konê şînê li Zeytînbûrnûya Stenbolê vede. 

...