Erden a ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin, hat veşartin

Cenazeyê Hediye Erden a li Cizîrê bi êrîşeke hovane ya dewleta Tirk li nava malê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Darbesta Erden ji aliyê jinan ve hat hilgirtin.

Ji bo dayika 8 zarokan Hediye Erden (50) a li taxa Yafes a Cizîrê di mala li kolana Evînê de ji ber êrîşên dewletê asê mabû û ji ber topa artêşa dewleta Tirk li mala lê bû ket jiyana xwe ji dest da, îro li Şirnexê merasîma cenaze hat lidarxistin.

Cenazeyê Erden bi ambûlansê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin û anîn gundê Hêtma yê navçeya Basanê. Di merasîma cenaze ya li mizgefta gund de tevî Hevserokên HDP û DBP'ê yên Navçeyê, Hevşaredarên Findikli Ahmet Ece û Safiye Dundar û gundiyên ji derdorê amade bûn. Piştî merasîmê jinan darbesta Erden hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" ber bi goristana gund ve birin. Cenaze li vir hat veşartin.

Parlametnerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz piştî mirina Erden dabû xuyakirin ku ji bo rizgarkirina Erden û xizmên wê yên li malê asê mabûn, ew gelek caran bi rayedaran re axivîne, lê bersiv negirtine.