Engîzek: Ekonomiya komunal ji bo civakê ye
Engîzek da xuyakirn ku ekonomiya komunal, di tevahiya herikîna dîrokê de ji bo tedarikkirina pêwîstiye madî di nava civakê de her tim hebûye.
Engîzek da xuyakirn ku ekonomiya komunal, di tevahiya herikîna dîrokê de ji bo tedarikkirina pêwîstiye madî di nava civakê de her tim hebûye.
Endama Komîteya Ekonomiyê ya KCK'ê Çarçel Engîzek da xuyakirin ku ekonomiya komunal, di tevahiya herikîna dîrokê de ji bo tedarikkirina pêwîstiye madî di nava civakê de her tim hebûye. Engîzek got, "Ji bo ekonomî bibe ekonomî, pêwîste têkiliyeke xwe ya xurt û rasteqîn bi jinê re hebe."
Endama Komîteya Ekonomiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Çarçel Engîzek ekonomiya komunal ji ANF'ê re axivî û bi vî rengî pênase kir:
"Ekomonî, ji bo hemû zindiyan tê wateya destnîşankirina pêwîstiyên madî û jiyanê û tedarikkirina pêwîstiyên xwe li gorî pêwîstiya mirov pê heye. Ekonomî ji bo hemû zindiyan rewşeke gerdûnî ye. Di herikîna dîrokê de civakan de di nava diyalektîka xwe de ji bo peydakirina pêwîstiyên xwe yên madî her tim di nava tevger û hewldanan de bû. Ji bo tedarikkirina pêwîstiyên weke xwedîkirin, stargeh, zêdebûn û parastinê, bûne nuqteyên bingehîn ên hevparkirina jiyanê. Yanî di nava yekparetiyê de bi hilberînê, bi civakîbûnê re pêk hatiye. Sîstema ku modernîteya kapîtalîst di roja îro de li çar aliyên cîhanê bi zor, şîdet, buha, patrol û karkeran re daniye holê û navê ekonomiyê lê kiriye, rewşeke li dijî ekonomiyê ye. Ekonomî hilberîn e, ku civak bi hevkarî kolektîf û li gorî pêwîstiyan diafirîne û parve dike."
EKONOMIYA RASTEQÎN BI DESTÊ JINÊ AFIRÎ YE
Engîzek destnîşan kir ku ji bo ekonomî bibe ekonomî, divê têkiliyeke xwe ya xurt û rasteqîn bi jinê re hebe û ev nirxandin kir: "Civakî bûn li dora jinê derketiye holê. Pêşketina destpêkê ya civakî ji aliyê jinê ve li derdora wê xwe daye der. Nasnameya herî mezin civakîbûn e. Eger mirov civakîbûnê ji ekonomiyê cihê bibînin, hingî wê rewşa îro ya modernîteya kapîtalîst derkeve holê. Yanî rastiya mirovê dij bi civakê, ji cewhera xwe dûr xwe dide der, ku civaka xwe nîne, ji bo hêz û daxwaza xwe ya şexsî li dijî xweza, civak û cîhanê derdikeve. Lewma mirov dikarin bêjin ku sîstema kapîtalîst antî civakî ye û dij bi jin e. Ekonomiya rasteqîn bi destê jinê, bi pêşengiya jinê û bi tevlîkirina hemû civakê derdikeve holê.
Engîzek destnîşan kir ku di nava civakîbûnê de cewhereke civakî, çandî, ekonomîk, exlaqî û polîtîk heye û got, "Ti ji van ji ya din ne girîngtir e. Her yek sedema hebûna ya din e."
LI KURDISTANÊ TÊKOŞÎNA JI BO AFIRANDINA JIYANEKE LI DORA JINÊ TÊ MEŞANDIN
Endama Komîteya Ekonomiyê ya KCK'ê Çarçel Engîzek da xuyakirin ku sîstema heyî ya serdest bi ti awayî sîstemeke nêzî xweza û zîhniyeta rastiya jinê nîne û got, "Jin ji nuqteyên winda kiriye destpê dike û îro li Kurdistanê ji bo afirandina qada jiyanê ya li dora jinê, têdikoş e. Têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê tê meşandin, ji bo ji holê rakirina kedxwariya sîstema navendî ye."
KOOPERATÎF JI DÎROKA MIROVAHIYÊ Û VIR VE HEYE
Engîzek di ekonomiya komunal de bal kişand ser cihê rêxistinbûyîna kooperatîfan û axaftina xwe wiha dewam kir, "Kooperatîf ji dîroka mirovahiyê û vir ve heye. Navên xwe cuda be jî di her serdema dîrokê de heye. Li gorî her civakê cuda be jî ji aliyê cewherî ve piştevaniya ekonomiya civakê û hevparebûna hilberînê xurt kiriye. Yek ji hêmanên bingehîn ên ji bo avakirina xweseriya demokratîk a li Kurdistanê, hewldana pêşvebirina ekonomiyê weke hilberîna hevpar a gelan. Di sîstema karê ya kapîtalîst de hevkarî yan jî parvekirin nîne. Ekonomiya kapîtalîst li gorî karaktera xwe civakê li derveyî xwe dihêle, lê dest datîne ser keda civakê. Lê belê di ekonomiya komunal a demokratîk de li her gund, navçe, bajaran gel ji bo hevparkirina pewîstiyên xwe dicive, tevlî hilberînê dibe û bi hilberîna xwe re dibe xwedî mafê gotinê. Mezinahî yan jî biçûkbûna vê nîne. Her pêwîstî bi hevkarî tê tedarikkirin. Kooperatîfa ekonomiyeke piştevaniyê tê wateya hebûna vîna xebatkarên li wê derê."
Engîzek da xuyakirin ku di roja îro de ye ji qadên herî pratîkî yên civaka exlaqî polîtîk a li Kurdistanê, kooperatîf in û destnîşan kir ku mafê wekhev, parvekirina wekhev esas e, ji ber ku xwediyê ekonomiyê gel bi xwe ye.
KOOPERATÎF RÊXISTINBÛYÎNÊN DEMOKRATÎK IN
Endama Komîteya Ekonomiyê ya KCK'ê Çarçel Engîzek da zanîn ku kooperatîf rêxistinbûyînên demokratîk in û got, "Kooperatîfên hilberînê dibe ku piralî bin. Di gelek qadên weke bazarkirin, belavkirin, kredî, avakirin, firotin, temînkirin, tenduristî, perwerde, ragihandin û pîşesaziyê rêxistinbûyînên kooperatîfan dibe werin kirin. Di rêxistinbûyînên komunal demokratîk de hilberîner û civak bi rêya kooperatîfan digihêjin hev." Engîzek destnîşan kir ku pêwîstiya civaka wan bi rêxistinbûyîneke bi vî rengî ya hilberînê heye.