Endamên YPS'ê bang li ciwanên Kurd kirin ji bo tevlî şoreşê bibin

Ciwanên tevlî nava refên YPS'ê bûne dan xuyakirin, ku gavên dawî yên têkoşîna azadiyê ya 40 salan a Kurdan tên avêtin û bang li ciwanan kirin, ji bo tevlî nava refên YPS'ê bibin.

Ciwanên ji bo parastina gel tevlî nava refên YPS'ê bûne dan xuyakirin, ku gavên dawî yên têkoşîna azadiyê ya 40 salan a Kurdan tên avêtin û bang li ciwanan kirin, ji bo tevlî nava refên YPS'ê bibin.

Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPG) ên li dijî êrîşên hêzên dewletê ji bo xweparastinê ava bûn, roj bi roj mezin dibin. Ciwanên li Şirnexê di nava YPS'ê de cih digirin, sedema tevlîbûna xwe vegotin û bang li ciwanan kirin.

ŞOREŞ BESTA: JI BER KU WIJDANÊ MIN QEBÛL NEKIR EZ JI NAVA SÎSTEMA DEWLETÊ DERKETIM

Endamê YPS'ê Şoreş Besta diyar kir, beriya tevlîbûna li nava YPS'ê ew diçû zanîngehê û ji bo gel li hemberî êrîşan biparêze, wî zanîngeh terikandiye berê xwe daye Şirnexê. Besta got, "Li pêş çavên me dayik, zarok dihatin qetilkirin. Min nikarîbû xwe li vê rewşê rabigirim û tevlî nava YPS'ê bûm. Ji ber ku wijdanê min qebûl nedikir, ez ji nava sîstema heyî derketim."

Şoreş Besta got, "Eger dewleta Tirk me înkar dike, hingî em wê ti carî qebûl nakin" û diyar kir, heta dilopa dawî ya xwîna xwe ew ê xaka xwe biparêzin. Besta got, "Em ê tola hevalên xwe yên di vî warî de canê xwe feda kirine, hilînin. Erdogan dibêje; em we naxwazin. Eger tu qebûl nake, em ê jî te qebûl nekin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bijî Serok Apo. Ez şehîdan bi rêzdarî bibîr tînim."

GELHAT BESTA: DEWLETA TIRK DEWLETEKE WEHŞÎ Û QETLÎAMKER E

Ji endamên YPS'ê Gelhat Besta jî bi bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest bi axaftina xwe kir û sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên YPS'ê vegot. Gelhat Besta got, "Min nema karîbû xwe li polîtîkayên kirêt ên dewletê yên li hemberî gelê Kurd dihat meşandin rabigirim û tevlî nava refên têkoşînê bûm. Bi rastî jî dewleta Tirk dewleteke wehşî û qetlîamker e. Bi feraseteke Kurdan tine dihesibîne, dimeşe. Em hene, em li vir in û em xaka xwe û gelê xwe diparêzin."

Gelhat Besta da xuyakirin, ku jiyana wî ya beriya nava rêxistinbûyîna YPS'ê ne rast bû û got, "Jiyaneke vala bû. Dijmin berê ciwanên Kurd dida rêyên nebaş. Dixwest em axa xwe, doza xwe neparêzin. Ez ji nava jiyana kirêt a dijmin li ser min ferz dikir derketim û bi vîneke xurtir tevlî nava refên YPS'ê bûm."

Besta bang li gelê Kurd kir û got, "Rastiya Kurdan yekîtiya Kurdan e. Divê ev ti carî neyê ji bîr kirin. Divê her Kurd, xaka xwe û şerefa xwe biparêze. Dem dema têkoşîna çekdarî ye. Em dibînin; dayikên me qetil dikin û bedenên wan bi rojan li navarastê dihêlin. Zarok bi awayekî hovane tên qetilkirin. Li Cizîrê bi sedan hevalên me şewitandin. Lewma divê Kurd rabin ser piyan." Besta herî dawî ev bang li ciwanên Kurd kir: "Banga min li ciwanên Kurd e. Pêwîste ji Metropolan derkevin, bên xaka Kurdistanê û tevlî nava YPS'ê bibin. Bila xwedî li namûsa xwe derkevin. Şeref û namûs ne malbatek bi tenê ye, temamiya gelê Kurd e. Em li vê derê malbateke bi tenê naparêzin. Wijdan êdî qebûl nake. Divê gelê Kurd hişyar bibe. Em nebin yek, em ê tine bibin yek bi yek."

BOTAN: DIVÊ XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA 40 SALAN WERE DERKETIN

Endamê YPS'ê Argeş Botan jî got, "Ez bi xwe ne ji Şirnexê me, lê dema min ev helwesta qetlîamker a li hemberî gelê Botanê dît, wijdanê min qebûl nekir û hatin Şirnexê tevlî nava refên YPS'ê bûm" û destnîşan kir, ku divê li dijî zilm û qetlîamên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, temamiya gelê Kurd hişyar be. Argeş Botan bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna 40 salan û got, "Ciwanên çûye aliyê rojava jî divê vegerin Kurdistanê. Em bi vê baş dizanin; em Kurd biçin ku derê, em ê ji zilma dewletê xilas nebin. Lewma ji bo parastina gel û xaka xwe, tevlîbûn şert e."

Botan bibîr xist, ku bi ragihandina xwerêveberiyê re hemû saziyên dewletê hatine redkirin û got, "Ji ber ku pêwîstiya me bi saziyên wan nîne. Em dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Pêwîste em neçin dibistan û saziyên Tirkan. Divê em xaka xwe, gelê xwe biparêzin." Botan têkildarî jiyana xwe ya beriya tevlîbûna li nava YPS'ê bi gotina, 'mirovekî hatibû razandin, mejiyê xwe tevizî bû' vegot. Botan got, "Cîhan li ber me biruxiya, min xwe nedilivand. Jiyaneke min a şexsî hebû. Bi derdora xwe re eleqedar nedibûm. Piştî demekê ketim nava lêgerînan. Min xwe ji sîstema dewletê rizgar kir. Hatim Şirnexê û tevlî nava refên YPS'ê bûm. Di nava vê demê de hînî heqîqetê bûm. Ji şexs ez hînî civakîbûnê kirin. Li vê derê hem dilê min hem jî bedena min azad e."

Botan herî dawî ev bang li ciwanên Kurd kir: "Hemû ciwanên diçin li dibistanên dewletê dixwînin, divê dibistanên wan red bikin û ji bo parastina xaka xwe, biherikin Kurdistanê. Îro gavên dawî yên têkoşîna 40 salan e. Divê her kes cihê xwe di nava vê şoreşê de bigire. Pêwîste ciwanên Kurd wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Têkoşîna me wê bi ser bikeve."

...