Endamê YPS'ê Zal li Tetwanê hat oxirkirin

Endamê YPS'ê Welat Zal (Arjîn Tetwan) ê di komkujiya li Cizîrê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabû li Tetwanê bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat oxirkirin.

Endamê YPS'ê Welat Zal (Arjîn Tetwan) ê di komkujiya li Cizîrê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabû li Tetwanê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat oxirkirin. Di merasîmê de dayika Zal, Guler Zar axivî û wiha got: "Êdî tu kurê gelê kurd î. Min soza xwe girt. Lê binêre ez nagirîm."

Cenazeyê endamê YPS'ê Welat Zal (Arjîn Tetwan) ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, piştî karên otopsiyê ya li Xabûrê anîn gundê Buleha navçeya Tetwana Bedlîsê. Cenazeyê Zal li Tesîsên Rawestgeha Buzlupinarê ji aliyê sedan welatiyan bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Pişî cenazeyê Zal bi konvoyek bi dehan wesayîtan pêk dihat anîn ketina gund ji vir jî tabuta Zal ê bi ala PKK'ê hatibû xemilandin welatiyan ser girt ser milan û heya goristan gund meşiyan. Di meşê de her tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana YPS'ê" û "Ey Şehîd Xwîna Te Erdê Namîne" hatin berzkirin.

'EDÎ TU KURÊ GELÊ KURD Î"

Di merasîmê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi sirûda "Çerxa Şoreşê" deqîqeyek rêz hat girtin. Piştre dayika Zal, Guler Zal li tabuta zarokê xwe nêrî û wiha got: " Êdî tu zarokê gelê Kurd î. min soza xwe girt û nagirîm."

Hevserokê DBP'ê yê Bedlîsê Enver Barîn jî li hember komkujiyan banga berxwedanê kir û wiha got: "Em sucdar in. Ji ber ku em nebûn dengê we. Heke me dengê xwe zêdetir bilind bikira hûn ê jî şehîd neketana."