Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Yaşar Akîf diyar kir ku gelê Kurd dixwaze bi xwerêveberiyê re bi awayekî azad bijî û got, "Rizgariya gelekî ji koledariyê û xwegihandina azadiyê, bi xwerêveberiyê ve dibe."
Akîf di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re bal kişand ser xwerêveberiyên li Cizîr, Sûr, Farqîn, Nisêbîn, Gever û gelek herêmên din ên Kurdistanê hatiye ragihandin û ev nirxandin kir:
"Rizgariya gelekî ji koledariyê û xwegihandina azadiyê, bi xwerêveberiyê ve dibe. Gelek eger xwe bi rê ve nabe, hingî ev tê wê wateyê ku ji aliyê hin kesên din ve tê birêvebirin. Ev yek jî tê wateya mêtîngeriyê. Hînê pirsên 'xwerêveberî çi ye, nayê fêmkirin, mebest çi ye?' tên pirsîn. Di vir de bi awayekî zelal ev yek tê gotin: Em gel in, gelekî ji 20 mîlyon mirovan e. Divê mafê me jî yê rêvebirina xwe hebe. Bila hin kesên din me bi rê ve nebin. Çima dewleta Tirk me bi rê ve bibe. Çima bi qirkirinê nêzî van daxwazên xwezayî dibin. Sekna ku gelê Kurd bi xwe rêveberiyê re destnîşan kiriye, daxwaza tevahiya gelê Kurdistanê ye. Ev daxwaz jî bi vî rengî ye: Kurd êdî naxwaze di bin mêtîngeriyê de bijîn."
'ŞAREDARÎ, RÊJEYA JI SEDÎ 13'AN A DENGAN NAYÊ WATEYA XWERÊVEBERIYÊ'
Akîf, ji bo nirxandina 'Şaredarî di destê Kurdan de ye, ji sedî 13 deng stendine, ji xwe ew xwe bi rê ve dibin' a hin kesan de ev bersiv da:
"Hebûna şaredariyan, bidestxitina ji sedî 13 a dengan, ji bo Kurdan nayê wateya xwerêveberiyê. Çima? Ji ber ku li Kurdistanê dagirkeriyeke leşkerî heye, mêtîngeriyeke leşkerî heye, qirkirineke çandî heye. Li Kurdistanê qirkirineke aboriyê heye. Li cihekî ku ev hemû hene, gelo Şaredarî dikare çi bike? Ancax dikare karên paqijiyê bike. Xwerêveberiya gelekî ev e? Li gelekî bifikirin, ku dibistana xwe, sîstema xwe ya aboriyê, sîstema xwe ya siyasî, ewlekariya xwe nîne û jiyana xwe nikare bi vîna xwe li gorî çanda xwe bidomîne."
'GELÊ KURD DIBÊJE: EZ ÊDÎ DIXWAZIM XWE BI RÊ VE BIBIM, DIXWAZIM ALA MIN HEBE, PARLAMENTA MIN HEBE'
Akîf ji bo daxwaza gelê Kurd ev xal destnîşan kir: "Gelê Kurd bi awayekî vekirî vê dibêje, 'Ez êdî dixwazim xwe bi rê ve bibim, dixwazim ala min hebe, dixwazim parlamenta min hebe.' Rêberê me di îlana konfederalîzma demokratîk de ev tişt got 'Ala me, parlamenta me, têkoşîna me bê nas kirin, em ê jî Enqereyê nas bikin.' Eger ew ê têkoşîna me, sîstema me, çanda me nas neke, eger ew ê ewlekariya me nas neke, em ê jî ti tiştekî Enqereyê nas nekin. Xwerêveberiya îro tê vê wateyê. Em netewe dewletek li dora Enqereyê red dikin. Sîstema perwerdeyê ya niha ya li Kurdistanê bi temamî sîstemeke perwerdeyê ya mêtîngeriyê ye. Ev derdor dibêjin 'zarokên we naçin dibistanê'. Ji xwe tişta em dixwazin jî ev e. Çima zarokên me biçin dibistanên Tirk û asîmîle bibin. Çima bi wê perwerdeyê re bibin Tirk. Çûyîna mamosteyan ji Cizîr û Silopiyayê gaveke girîng e. Pêwîste ev zîhniyeta mêtînger tevahiya Kurdistanê biterikîne."