Endama YPS-Jin Dîlan Avşîn gotina "Wê li bajaran qereqolên nû bên avakirin" ya Serokwezîrê Tirk Davûtoglû weke plana komkujiyên nû nirxand. Avşîn diyar kir ku pêdiviya wan bi ewlehî û qereqolên dewletê nîne û got: "Gelê me wê ewlehiya xwe bi YPS/YPS-Jin pêk bîne."
Endama YPS-Jin Dîlan Avşîn bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtgolû yên têkildarî avakirina qereqolên nû yên li bajarên Kurdistanê. Avşîn diyar kir ku dewleta tirk bi çêkirina qereqolan amadekariya komkujiyên nû dike û wiha got: "Dewlet dixwaze li navçeyên serhildêr li hemberî berxwedana û xwerêveberiya gel hêza xwe ya leşkerî û polîsan bêtir mezin bike. Bila her kes, Davûtoglû û Erdogan baş bizanibin ku çiqasî li Kurdistanê hêzên xwe yên dewletê bicih bikin jî wê li hember hêza YPS’ê û gel têk biçin."
'EM Ê QEREQOLAN BÊBERSIV NEHÊLIN'
Avşîn anî ziman ku bi sewqiyata leşkerî re rayedarên AKP û dewlet nikare gelên Kurdistanê bitirsînin û got, "Dixwazin bi van gotinên xwe gel biçewisînin û ji Kurdistanê koçber bikin. Bi daxuyaniyên xwe dixwazin hemû kiryarên xwe paqij derbixin. Em ê wekî YPS’ê li hember vê rewşa awarte û dorpêçkirinê sekna xwe ya berxwedêr bidin nîşandan. Em ê li hember tank, top û qereqolên wan bêbersiv nemînin. Davûtoglû yê ku ji siya xwe ditirse niha jî dixwaze xwe ji aliyê leşkerî ve li Kurdistanê bi hêz bike."
'BILA HÊZÊN XWE JI AXA ME DERXÎNIN'
Jina bi navê Zumeyra Akgul jî destnîşan kir ku ew qereqol û hêzên dewletê li ser axa xwe naxwazin û wiha axivî: "Bes bi tank û topên xwe bajarên me hilweşandin. Bi guleyan zarokên me hemû kuştin. Li hember van êrîşên wan heta ji destê me bê em ê li ber xwe bidin û em ê nehêlin li ser axa me êrîşî me bikin. Yên ku ji axa me derbikevin ew û hêzên wan e."
'PÊDIVIYA ME BI EWLEHÎ Û QEREQOLAN NÎNE'
Dayika bi navê Ayşe Altunişik jî da zanîn ku ew qereqol û ewlekariya dewletê li ser axa xwe naxwazin û got ku heta ew saxbin ew ê doz û têkoşîna axa xwe bidin meşandin. Altunişik got ku ti pêwîstiya wan bi firehkirina ewlehiya dewletê nîn e.
Dayika bi navê Hacer Goze jî bilêv kir ku hewcehiya wan bi leşker, polîs û qeroqolê dewletê nîne û got ku ji niha û pê ve ew naxwazin ku ti kesên din li ser axa wan parastina wan bike.
"BERFIREHKIRINA 'EWLEHIYÊ' AMADEKIRINA KOMKUJIYÊN NÛ YE"
Bavê ciwanê bi navê Lokman Sune, Xelex Sune yê ku di 4’ê Îlona 2015’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin jî anî ziman ku ji xwe ewlekariya dewletê li Kurdistanê heye û welatê wan dagir kiriye. Sune diyar kir ku li şûna ew ji aliyê dewletê ve tên dorpêçkirin bila bi kîmyasalê hemû kurdan qetil bikin. Sune destnîşan kir ku ewlehiya bê berfirehkirin jî ev yek wê ji bo qetilkirina kurdan be û bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li hember binpêkirina mafên mirovan.