Encamnameya Konferansa Aborî ya Rojava hat aşkerakirin
Encamnameya Konferansa Aborî ya Rojava hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî yên wekî bêkarî, koçberî, binesazî, feqîrî û bandora şer a li ser aboriyê biryarên girîng hatin girtin.
ANF
DÊRIK
yekşem, 18 kewçêrê 2015, 17:38
Encamnameya Konferansa Aborî ya Rojava hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî yên wekî bêkarî, koçberî, binesazî, feqîrî û bandora şer a li ser aboriyê biryarên girîng hatin girtin.
Encamnameya Yekemîn Konferansa Aborî ya Rojava ku di 16-17’ê Cothemê de li bajaroka Rimêlan a bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê bi beşdariya 250 delegeyên ji her sê kantonan hate lidarxistin, ji raya giştî re hate aşkerakirin.
Encamname li bajarê Dêrikê li pêşiya Akademiya Aboriya Civakî ya Rojava bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin. Encamnameya bi Kurdî ji aliyê endama Komîteya Amadekar a Konferansê Medya Cizîrî, encamnameya bi Erebî jî ji aliyê endamê Komîteya Amadekar Ehmed Yusif ve hate xwendin.
Encamnameya konferansê wiha ye:
“Konferansa me bi dirûşma, ‘Em axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe bikin komun û civakeke azad û demokratîk ava bikin’ bi amadebûna delegeyên kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê hate lidarxistin. 3 sal piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û destketiyên gel ên di hemû aliyan de, gelê Rojava ji bo ku li dijî hemû cure desthilatdariyên aborî ya ku ji aliyê netewe dewletan ve li Rojhilata Navîn tê birêvebirin bisekine, biryar da ku îradeya xwe ya aborî nîşan bide. Gelê Rojava bi vê biryara xwe ji bo cîhana aboriyê pênasekirineke nû derxist holê. Ev pênase derî ji hemû beşên civakê re vedike û li hemberî siyaseta kapîtalîst a ev 500 sal e tê meşandin radiweste.
Pêkanîna vê konferansê gaveke dîrokî ye û ne tenê ji bo her sê kantonên Rojava û Sûriyeyê, di heman demê de ji bo tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn mînaka dijderketina kapîtalîzmê ye. Konferans di avakirina metodolojiya aborî û pêxistinê ku çavkaniya xwe ji fikira Rêber Apo digire de pêngava yekemîn e.
Gelê Rojava ispat kir ku dikare têgehên mêtingeriyê yên ku ji zikmê sîstema dewletî derketine ji holê rake û bi rêya aboriya civakî ku lingê herî girîng ê sîstema demokratîk e, şaristaniya demokratîk ava bike.
Di konferansa me de hatiye aşkerakirin ku di pêşxistina aboriyê de rola jinê gelekî girîng e. Ger ku rola jinê neyê dîtin, pêngava ku em ê di warê aborî de biavêjin çiqas mezin û azwerî be jî, wê kêm be û li gorî perspektîfên Rêber Apo nebe. Lewma amadebûna jinê ya di konferansa me gelekî bihêz bû û di mijara biryaran de roleke girîng lîstiye.
Konferansa me ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û civakî yên wekî bêkarî, koçberî, binesazî, feqîrî û bandora şer a li ser aboriyê biryarên girîng girtine. Komûn, meclîs, sendîka û akademiyên aborî jî navendên çareserkirina van pirsgirêkan e.”
BÎRYARÊN YÊKEMÎN KONFERANSA ABORÎ YA ROJAVA
1- Gelek komîte, sazî û rêxistinên bi aboriyê ve pêwendîdarin hatine avakirin. Lê belê, ji hev qut, belavala û parçeyî ne. Ji ber vê yekê, pergaleke giştî ya aboriyê dernakeve holê. Ji bo ev kêmasî ji holê bê rakirin, pêwîste koordînasyoneke bê avakirin. Li ser vê bingehê; komîta aboriya giştî, komîta aboriya xweser a jin, komîta çandiniyê, desteya aborî, desteya çandiniyê, komîta ekolojî û şaredariyan, desteya şaredariyan, komîta û desteya Temwînê bêne li gel hev, koordînasyoneke hevpar avabikin. Bi reya vê koordînasyonê ve xebatên girêdayî aboriya civakî, nêzîkatî, pîvan û bernameyên giştî bê zelalkirin. Lê belê, ev koordînasyon, lı ser hemû mijarên aboriyê biryaran nagre; dikare ji bo meşandina xebatên xwe biryaran bigre. Biryarên giştî li meclîsên kantonan, meclîsên beşên aborî û konferansan de têne girtin. Koordînasyon jî wan biryaran pêktîne, dişopînê û koordine dike. Ev koordinasyona hevpar hem di asta her kantoneke de, hem jî linavbera kantonan de bêne birêxistinkirin.
2-Aborî bê zehniyet nabe. Ev jî xebateke akademiya aboriyê ferz dike. Ji ber vê yekê, divê pergaleke akademiyê aborî bê avakirin. Ev akademî hem bi giştî, hem jî beş bi beş û heremî bê birêxistinkirin. Hemû endamên sazî û rêxistinên aboriyê divê, di van akademiyan de perwerde bibînin. Ev akademî, bi reya ragihendinê û alavên din, divê rasterast civakê jî perwerde bike.
3-Gelek xebat û saziyên aborî hatine lipêşxistin. Lê belê heta neha modêlek û ezmûneke aboriyê a li Rojava hê derneketiye holê. Ji ber vê yekê, divê ligorî paradigma Rêber APO û pergala xweseriya demokratîk, modêla me aboriyê bê zelalkirin. Ji bo vê jî, giranî li ser bihêzkirina pergal û jiyana komîni û meclîsan bê dayîn. Biryar, çalakî, hilberîn û rêvebirina aboriyê komînî be. Lê belê, xêr û bêrê giştî ya vî welatî nabe komînên xwecihî; ev karê konseya giştî ya aboriyê ye. Ev konsey bi tevlîbûna hemû komînan ve bê pêkanîn. Di xebatên aboriyê de parastina ekolojî û pêdiviyên civakê bingeh bêne girtin. Di serî de jin, cotkar, şiwan, tucarên biçûk wek aktorên aboriyê bêne dîtin. Dijî xezaniyê têkoşîn bê dayîn. Qutbûna li navbera gund û bajaran de ji holê bê rakirin. Di aliyê aborî de jî, dijî cinsiyetperestî û zilamsalariyê têkoşineke xurt bê dayîn. Ji bo ku jin ji aliyê biryardan, plansazî û birêveberiyê de bi cewhera xwe ve tevlî bibe, divê li pêşiya wê bê vekirin û tedbîr bêne girtin.
4-Saziyên lêkolîn, lêgerîn, lipêşxistin û plandanana aboriya civakî bêne avakirin.
5-Divê serjimariya giştî û jimartina (îstatîstîk) ekonomî bênê pêkanîn.
6-Saziyên ji bo venêrîna ( kontrol) beha û bazarê bêne avakirin û çalakkirin.
7-Ji bo pergala aboriya xweseriya demokratîk bikeve meriyetê, divê bi çend cîhan û çend projeyên berçav ve destpêbikin.
8-Xwe bi xwe xwedîkirin û pêdiviyên xwe bi xwe hilberandin dive bingeh bê girtin.
9-Pergala me ya aboriyê, ne tenê di Rojava de, divê bi nêzikatiya Sûrî Demokratîk û bi çarçaweyeke berfereh bê birêxistinkirin.
10-Di navbera aboriya giştî û aboriya jinê ve divê lihevhatin hebe.
11-Dema bername û planên aborî tên amadekirin, divê îrade û tevlîbûna ciwanan jî hebe; pêdiviyên wan jî bê hizirandin.
12-Li ser pergala komînê konferanseke taybet bê lidarxistin.
13-Konferansa aborî ya Rojava her sal careke, bi awayeke rêkûpêk, divê bê lidarxistin.
***
B-Aboriya Jin:
1-Li kantonan û eyaletan de navend û meclîsên aboriya jin bêne avakirin.
2-Kooperatifên aboriya jin bêne birêxistinkirin.
3-Di komînan de komîteyên aboriya jin bên çalakkirin.
4-Jin ne bi tenê çandiniyê, divê di hemû çalakiyên aboriyê de çalak bibe.
5-Ji aliya vegera gundan de, divê jin pêşengî bike.
6-Ji bo lipêşî koçberî bê girtin, divê jin di vî warî de çalak be.
7-Navendên lêkolîn, lêgerîn û lipêşxistina aboriya jin bêne avakirin.
8-Kadroyên pêşeng a aboriya jin, bêne amadekirin.
9-Ji bo ku jin bi awayeke çalak, tevlî jiyan û aboriya civakî bibe, divê tedbîr bêne girtin.
10-Di hemû qadên jiyanê û aboriyê de hevjiyanî û hevserokatî bingeh bê girtin. Di nava jiyana malê de nêzîkatiya hevjiyanî bê rûniştandin. Rol û erk, ji nûve bêne sererastkirin.
11-Jin li ser bingeha bi awayeke bibandor tevlî ekonomiyê bibe, ji nava çar dîwaran derkeve.
12-Ji aliyê derfetên madî ve rewşa jinê bê berçavgirtin. Li ser vê bingehê jî sererastkirin bê çêkirin.
13-Jin din ava kooperatîfan de, di avakirin û rêvebirin de bê çalakkirin.
14-Ked û hestên jin, divê axê re bibe yêk.
15-Ji bo keda jinê neyê xwarin, divê tedbîr bêne girtin.
16-Jin di aborî de jî ji aliyê pisporî, xwe rêxistinkirin û rêveberin de bê bihêzkirin.
17-Rojeke bê diyarkirin, di vê rojê de rolên jin û mêr bêne guhertin.
18-Di hemû sazî, rêxistin û xebatên aboriyê de rêjeya jinê herî kêm ji sedî pêncî be.
***
C-Çandinî û Sewaldariyê:
1-Divê pergaleke yêkpare û hevdûtemamker bê avakirin. Li navbera hemû sazî û rêxistinên çandinî-sewaldariyê de koordînasyoneke giştî bê avakirin.
2-Hem bi giştî di Rojava de, hem jî li her Kantoneke de divê nexşe çandiniyê( muxattat ziraî) û li gel vê jî bernameyên giştî bên amadekirin. Ev nexşe û bername li gorî taybetmendiyên erd, civak û çanda Rojava bêne amadekirin. Li ser vê bingehê; çandiniyeke pirerengî, dewlemend, kêmmesref û xwezayê xiraneke bê lipêşxistin. Keskahî, çandina daran û sewaldarî bên bihêzkirin.
3-Li ser çandinî-sewaldariyê, pergaleke akademî bê avakirin. Ev akademî, hem bi awayeke giştî û navendî, hem jî bi awayên heremî beş bi beşî bê birêxistinkirin. Hem kadroyên çandinî-sewaldariyê derbixe, hem jî civakê perwerde bike. Li ser vê bingehê înstîtu, dibistan, peymangeh, fêrgeh bêne avakirin.
4-Ji bo pisporên çandinî-sewaldariyê tevlî xebat û saziyên çandinî-sewaldariyê bêne kirin, rêbazên çalak bê bikaranîn.
5-Sazî û rêxistinên lêkolîn-lêgerîn, jimartin(îstatîstîk) û lipêşxistinê bêne avakirin. Yên hene jî bêne bihêzkirin û çalakkirin.
6-Li her kantoneke de saziyên tov bêne avakirin û bihêzkirin. Ev xebat, bi şêwazeke stratejîk bê dîtin û li gorî vê ji nûve bê birêxistinkirin. Cûreyên tovên welatê me bên parastin û lipêşxistin.
7-Saziyên kirîn-firotin û bazara hilberînên çandinî-sewaldariyê bêne avakirin.
8-Kargehên kîs, benik û pêdiviyên din bêne avakirin.
9-Semada xwezayî bê hilberandin û bikaranîna wê bê teşwiqkirin.
10-Semadên pêwîst bêne peydakirin. Ji bo vê jî di dema xwe de tedbîr bêne girtin.
11-Li hember şewata erda û hilberîna, tedbirên bibandor bêne girtin. Ji bona vê jî divê alavên pêwîst bêne peydakirin, tedbîrên yasayî û pratîkî bêne girtin.
12-Ji bo hilberîna çandinî-sewaldariyê; kargehên konserve, pênîr, ava fêkî, zeyt, sabûn û hwd. bêne avakirin.
13-Saziyên ji bo tendurustiya sewalan bêne avakirin.
14-Saziyên ji bo lipêşîgirtin û saxîkirina nexweşiya çandiniyê bêne avakirin.
15-Kargehên hilberandina elef (êm, xorek) û zûhakirina garisa bêne avakirin.
16-Bankeke ji bo lipêşxistina çandinî-sewaldariyê bê avakirin.
17-Ji bo sewaldarî lipêşbikeve, projeyên taybet bên pêkanîn.
18-Ji bo gurandina sewalan bê kontrolkirin, divê sazî û projeyên pêwîst bêne lipêşxistin ( wek meslexe û hwd)
19-Kargeha çêkirina ta, qumaş bê avakirin; yên heyî bêne çalakkirin ( Hesekê )
20-Mehlec ( çirçirka pemboyan) bêne avakirin.
21-Kargehên pêdiviyên çandinî-sewaldariyê mîna borî, alavên cotkirinê û hwd. bêne avakirin.
22-Lêkolîn ji bo avakirina kargehên semadê bêne kirin.
23-Saziyeke meteorolojî ( rewşa hewayê) bê avakirin.
24-Li ser rêveberina ava çandiniyê, pergaleke bê avakirin. Pê ve girêdayî sazî û rêxistin bêne lipêşxistin. Bendavên hene, li gorî pêdiviyên çandiniyê bêne çalakkirin.
25-Reyên çandiniyê bêne nûkirin û temîrkirin.
26-Girîngî bi pêşxistina şitilgehan bêne dayîn.
27-Ax, av û enerjî li ser bingeha komînî bêne birêxistinkirin.
28-Ji bo vegera gundan û ji nûve birêxistinkirina gundan, divê komîteyeke taybet bê avakirin.
29-Li ser bikaranîn û rêvebirina axê, divê komîsyon û planeke taybet bê birêxistinkirin.
30-Ji bo pêdiviyên çandinî ya kantona Kobanê bê peydakirin, divê alîkariya alav, vekirina kanalên avê û temirkirina reyan bê kirin.
31-Li hember tûnekirina avê, divê tedbîrên bibandor bêne girtin. Di vî alî de divê rêveberiya xweser, çalak be. Li ser vê bingehê, yasa bê derxistin, tedbîrên pratîkî bêne girtin, çandiniya kêm av dixwe lipêşbêxin. Hilberîna çandiniyê, divê li gorî pêdivî û derfetên xwe birêxistinkirin.
32-Gundên nûmûne bêne avakirin. Ji bo vê jî, xebateke taybet bê meşandin. Li ser vê bingehê, çandinî komînî bê kirin.
33-Ji bo depokirina genim, zad û parastina ji bo salên din, divê tedbîr bêne girtin.
34-Ji bo sewalên me dernekevin derve, divê tedbîr bêne girtin.
35-Di tevahiya xebatên aborî de, girîngiya herî mezin li ser çandinî û sewaldariyê bê dayîn. Pîşesazî, bazirganî jî girêdayî çandiniyê bê lipêşxistin.
36-Divê qutbûna linavbera gund û bajaran de heye, ji holê bê rakirin.
37-Pergala komînal di nava gundan de ava bikin. Ji bo vê jî divê xebatên xwe bi zêdetirê xwe li gundan de bikin; ji gunda ve destpêbikin.
38-Li gelek deveran de gundî bê ax hatine hiştin. Ji ber vê yekê, divê erdên gundan bi şêwazeke komînî bên birêxistinkirin.
***
Ç-Pîşesazî,
1-Di warê pîşesaziyê de yasa, pîvan û rêzikname bêne diyarkirin.
2-Pîşesazbûyîna atolye bê esas girtin.
3-Pîşesaziya ku xwe dispêre çandinî û heywan xwedîkirinê bê pêşxistin.
4-Pîşesaziya li ser hilberînên petrole, li gorî pêdiviyên civakê bê lipêşxistin. Li ser vê bingehê divê di serî de mazot, benzîn û zeyta paqij bêne hilberandin. Kargeha mada ziftê (ji fuel oilê çêdibe) bê avakirin.
5-Pîşesazî, divê bi şêwaza kooperatîfan bêne rêxistinkirin.
6-Di asta navendî, heremî, xwecihî û beşan de dibistanên pişesaziyê bêne avakirin.
7-Ji bo pîşesazî bên avakirin, nêzikatiya teşwîq-kirinê bên nîşandan.
8-Pîşesaziyên enerjiyê (enerjiya alternatîf, enerjiya rojê, enerjiya bayê û hwd.)bên avakirin.
9-Pîşesaziya(senayiya) montajê bê pêşxistin.
10-Ji tecrûbe û ezmûnên civakên din sûd bên vergirtin lê, divê sîstema xweser û resen(satandarta netewî) bê avakirin.
11-Ji bo temîn û tespîtkirina amûrên pîşesaziyê yên bingehîn komîsyonek bê avkirin û bê rêxistinkirin.
12-Ji bo pirsgirêka elektrîkê, di asta Rojava de bi temamî bê çareserkirin, di demeke herî kin de projeyên çareseriyê bêne pêkanîn.
13-Ji bo hilberîna hindûrîn divê destek û teşwîq bêne dayîn. Berhemên ku dikare li welatê me bê hilberandin, ji bo ji derve ve neyê anîn, divê tedbirên bi bandor bêne girtin. Lê belê, ji bo ser vê mijarê yêkdestdarî avanebe, divê tedbîr jî bene girtin.
14-Di pîşesaziyê de tedbirên ekolojîk û civakî bêne girtin. Ji bo vê jî saziyeke bê avakirin.
15-Ji bo lipêşxistina berhemên çandinî-sewaldariyê sazî û projeyên taybet bêne lipêşxistin.
16-Dirûtin û belavkirina cil û bergên netewî-folklorî bê lipêşxistin.
17-Pîşesaziya xwe, li ser dewlemendiyên xwe lipêşbixin. Made û berhemên di welatê me de derdikevin, bikin bingeha hilberîna xwe ya pîşesaziyê.
18-Alavên pîşesaziyê bêne peydakirin û fêrkirin.
19-Li gorî derfetên welatê xwe û pêdiviyên civaka xwe, divê em avahisaziya xwe lipêşbêxin.
20-Ji bo pêdiviyên sereke ya civakê bêne peydakirin, divê amadekariyên cidî bêne kirin. Ji bo van, divê çareseriyên bi kok bêne peydakirin. Di vî alî de, komîn dikare bêne çalakkirin. Li ser vê bingehî, hilberandina nawxweyî divê bêne lipêşxistin.
21-Ji bo parastina ekolojiyê, divê tedbîr bêne girtin ( petrolê xeraqan û hwd)
22-Çend kargehên bingehî yên mîna hesin, berhema xwarin-vexwerinê, serûmê û hwd. divê bêne avakirin.
23-Pirsgîrêka mazotê divê di nava 6 mehan de bê çareserkirin. Ji bo vê jî hemû tedbîr bêne girtin.
24-Ji bo sermayedar û şeriketên navxweyî û hindûrîn zemîna kar bêne vekirin. Lê belê, divê ev yêk bi tedbirên qanûnî, malî û pratîkî bê pêkanîn.
25-Alavên avahîsaziyê, alavên çandinî û alavên din a mezin û kevn, divê bêne komkirin, temirkirin û çalakkirin.
26-Divê di asta Rojava de pergala aşan bê avakirin.
27-Ji bo kar û xebatkarî, li gorî pergala me bê birêxistinkirin, divê sazî û rêxistin bêne avakirin; di vî warî de yasa û rêzîkname bêne derxistin.
***
D-Bazar û Tîcaretê:
1-Ji bo di bazar û tîcaretê de yêkdestdarî çênebe, divê tedbirên yasayî, rêxistinî, malî û pratîkî bêne girtin.
2-Bazar û tîcaret divAê li ser bingeha kolektîfbûn, komînalbûn û demokrasiyê bê birêxistinkirin. Ji bo vê jî divê li ser bazarê vênerînê û hemû cûre tedbirên civakî bêne pêkanîn. Lı ser vê bingehê hemû çalakî û rêxistinkirinên bazar û tîcarî di bin banê koordînekê de bên gel hev. Ji bilî vê jî divê mekanîzmayeke ku li ser bazarê vênerînê(kontrolê) pêkbîne bê avakirin.
3-Ji bo pêdiviyên bingehîn ên civakê bên pêşwazîkirin bazarên Gelerî bêne lipêşxistin.
4-Komîsyonên diyarkirina buhayan (qîmet) bêne avakirin.
5-Odeyên tîcareta giştî û tîcaretên biçûk bêne lipêşxistin.
6-Di asta Rojava de yekîneyên ticaran; ji bo vê jî kooperatîfên ku xwe dispêre kirîn û frotanê bên avakirin.
7-Di navbera kantonan de bazareke hevpar bê avakirin.
8-Bazar û ticareta ku li ser bingeha pevguhertinê dixebitin bêne lipêşxistin.
9-Kevneşopiyên bazara civakî ( rojên belavkirinê, festîval, cejn û hwd) bêne bihêzkirin.
10-Sermaye derve; yasa û destûr ji aliyê koordînasyona giştî ya aboriyê, meclîsên kantonan ve bêne derxistin. Lê destûra civaka xwecihî jî divê bê girtin. Divê şert û mercên parastina civakî û ekolojîk a ku di asta Cîhanê de piranî têne qebûlkirin, bêne ferzkirin. Şerîketên ku di welateke din de tevlî sûcên mirovatî û ekolojîkê bûne, divê destûr ji wan re neyên dayîn.
11-Ji bo lîstokên bi reya dolarê têne kirin, divê tedbîr bêne girtin.
12-Ji bo ambargoya aborî bê rakirin, divê komîsyoneke taybet bê birêxistinkirin.
13-Rojnameyeke li ser pîşesazî, bazarê komînan bê derxistin. Bernameyên TV, radyo, amûrên din ên ragihandinê bêne amadekirin.
14-Divê dijî bê karî tedbirên bibandor bêne girtin.
15-Şerîketa telefon û internetê bê avakirin.
16-Divê pîvan, yasa û prensîbên li ser bazar û ticaretê bêne derxistin.
17-Divê di destpêkê, pirsgirêka elektrîkê bê çareserkirin.
18-Bi tor û rêxistinên bazar-tîcaretê alternatîf ve divê danûstandina bêne lipêşxistin ( fair-trade û hwd ).
***
D-Kooperatîf;
1-Di navbera kooperatifan de hevdû temamkirin û destekdana hev bingeh bê girtin. Ji bona vê jî yasa, rêzikname û rêxistin bêne lipêşxistin.
2-Ji bo ku mirovên xezan-feqie bi hêsanî tevlî kooperatîfan bibin, divê tedbîr bêne girtin.
3-Pergala Kooperatîfê, di xweseriya demokratîk de bi yasa, pîvan, rêzikname bê qebûlkirin; di hemû xebatên aborî de kooperatîf bê esas girtin.
4-Di serî de kooperatîfên hilberînê, li gel wê jî hemû cûre kooperatîfan bên lipêşxistin. Heta li ser bazarê jî kooperatîfên cîhêreng, divê bêne avakirin.
5-Li gundan, modêla kooperatîfan bê esas girtin. Li gorî vê jî, çalakiyên ekonomîk ji nû ve bên birêxistinkirin.
6-Kooperatîf di nava pergala komîn, meclîs û akademî de bên birêxistinkirin.
7-Li navbera kooperatîfan de, hevdû temamkirin bê esas girtin. Li gorî vê jî, koordînasyoneke hevpar ya hemû kooperatîfan bigre nav xwe bê avakirin.
8-Di asta kantonan de navendên ji bo lipesxistin u destekdana kooperatifan bêne avakirin.
9-Li ser kooperatifan bernameyên ragihandinê bêne amadekirin
10-Ji bo hemû cûre kooperatîfan divê yasa û rezikname bêne derxistin.
***
Mijara Taybet:
Ji bo Kantona Kobanê, ji aliyê rêxistin, kooperatîf û xebatên aboriya civakî ve, alîkariya madî, teknîkî û pisporî bê birêxistinkirin. Li ser vê bingehê, her kooperatîfeke dikare beşeke dahatiya xwe wek alîkarî bide Kobanê.