Encamnameya Komxebatê Jinê ya DÎK’ê hat aşkerakirin

Komxebatê Jinê ya DÎK’ê encamnameya xwe aşkera kir. Hate diyarkirin ku divê Mûtabakata Dolmabahçe di nav perspektîfa Hevpeymana Medîne de bê nirxandin, di avakirina aştiya civakî de bibe nuqteya referansê.

Komxebatê Jinê ya DÎK’ê encamnameya xwe aşkera kir. Hate diyarkirin ku divê Mûtabakata Dolmabahçe di nav perspektîfa Hevpeymana Medîne de bê nirxandin, di avakirina aştiya civakî de bibe nuqteya referansê. 

Komxebata Jinê ya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) bi tevlîbûna 70 delegeyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê li Salona Resepsiyona Sumerpark a Amedê li ser 4 sernavên esasî nîqaş hatin meşandin. Piştî nîqaşên tevahî rojê berdewam kir, encamnameya komxebatê ji aliyê endama DÎK’ê û Hevşaredara Hezroyê Guler Ozavci Dogu hat ragihandin. 

Di encamnameyê de xal û pêşniyar wiha hatin rêzkirin: 

* ….Jin wek çawa di her qadê civakê de cih digirin, cihgirtina di nav rêveberî û mekanîzmayên biryarê de jî li gor Kuranê ti astengî tineye, berevajî teşwîq dike.
 
* Di çarçoveya Xutbeya Pêxember jin û civak wek nirx hatine bidestgirtin, wek di gelek referansên bingehîn ên Îslamê de mafê jinê li vir jî hatiye mîsogerkirin. 

* Di pêşengiya şexsiyetên wek Hz. Meryem û Hz. Zeynep de di dîrokê û roja me de li hember avahiyên serwer, nêrza, olperest têkoşîn hatiye bidestgirtin. Ev kevneşopiya têkoşînê, di têkoşîna jinên Rojava yên li hember zîhniyeta DAIŞ’ê têdikoşin de şênber bûye. 

* Şîdeta li dijî jinê her roj zêde dibe, li hember jiyana wê, bedena wê û miriyê wê tecawiz û zilm pêk tên. Di hiqûqa şer a Îslamê de çawa nêzî jiyanê dibe her wiha divê kes destên xwe nede miriyan. Cenaze li sînor hiştin, bomberdûmana goristanan û di şexsê Ekîn Wan de şerê ku li ser bedena jinê dimeşe, ev zilma li ser bedenên miriya rewa tê dîtin, cinayet û înfazên bê dadgeh ên li hember jina rewa tê dîtin, nayên qebûlkirin. 

* Tevî ku jin di şerekî de ne aliyek jî be, di şer de yên herî zêde maxdûr dibin jin in. Di roja me de bi penabertiyaku bi awayekî herî bi êş didome, maxdûrên wê yên herî mezin dîsa jin in.

* Nirxên gerdûnî yên Hevpeymana Medîne û Xutbeya Pêxemger di afirandina çareseriyan de dikarin wek referansên bingehîn bên bidestgirtin. Mînak pir zimanî, pir rengî û bi cudatiyan di nav hev de jiyîn ên Hevpeymana Medîne, di Destûra Bingehîn a Rojava de şênber bûye.
 
* Bi taybet jî divê Mûtabakata Dolmabahçe di nav perspektîfa Hevpeymana Medîne bê nirxandin, di avakirina aştiya civakî de bibe nuqteya referansê. Di mehên dawî de qedexeyên kolanan ên li Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Sûr û yên li jiyangehên wek wan pêk tên, binpêkirina mafan û qetilkirina sivîlan divê tavilê bê bidawîkirin. Ji bo avakirina aştiya civakî em wek Komxebata Jinê ya Kongreya Îslama Demokratîk di vegerina nuqteya şertên jiyanê yên aştiyek bi rûmet û wekhev de em banga tavilê vegerîna pêvajoya Mûtabakata Dolmabahçeyê dikin.

Piştî encamnameya Komxebatê hat xwendin bi dawî bû.