Emir hatiye dayîn ku ji bo zarokên pê li mayina leşkerên Tirk kirine ambûlans neyên şandin!

Hate hînbûn ku ji bo 2 zarokên ku li Giyadînê pê li mayina leşkerên Tirk kirine, ambûlans nehatiye şandin.

Sînan Çiftçî yê 16 salî ku di encama teqîna mayinê de ku ji hêla leşkeran ve li Zozanên Kanîspiyê ya gundê Taşkesa girêdayî Giyadîna Agiriyê, piştî mudaxeleya pêşî ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erziromê ya Herêmê. Fertah Erdemê 15 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî, piştî otopsiya pêşî ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê wê bişînin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê ( ATK).

MIRIN FERZ KIRIN

Nas û xizmên Erdem ê Çiftçî yên ku hatibûn nexweşxaneyê gotin li gel ku wan agahî dabûn jî ambûlans nehatiye cihê ku teqîn lê çêbûye.

Bavê Bayram Erdem got wan Sînan Çiftçi yê ku birîndar bûbû di nav betaniyê de 2 kîlo metre birine gund ku ambûlans li wir dihate sekinandin. Erdem got, ‘’Em li jandarma, li nexweşxaneyê geriyan lê ne jandarma hat û ne jî ambûlans. Ambûlans li vî gundî rawestandin û nehate cihê bûyerê, birîndarê me ji ber ku gelek xwîn jê çû mir.’’

‘LEŞKER DI KOZIKAN DE BÛN’

Bavê Erdem diyar kir leşker tevahiya rojê di kozikan de bûn ku kozik jî li cihê teqînan bûne û wiha domand: ‘’Du lingên kurê min li wir man. Nîvê cenazeyê min hat û nîv li wir ma. Zarokên me dikujin, hovîtiyê dikin.”

Apê Çiftçiyê 16 salî, Murat Çiftçî diyar kir wêneyên Çiftçî yên ku hatibûne girtin ji hêla leşkeran ve hatine jêbirin û got, ‘’Ambûlans dema ku nehatin ez li muxtêr geriyam, dema ku min got, ‘’ambûlans çima li gund in?’’ got, ‘’emir wiha ye!’’