Nûnerên rêxistinên sivîl û xebatkarên Şaredariya Kayapinarê ku her hefte ji bo Şaredarê xwe yê girtî Zulfukar Karatekîn, Alîkarê Serok Sebahedîn Dînç û siyasetmedarên Kurd çalakiya ‘Pêncşema Reş’ pêktînin, di hefteya 129’mîn de pêkanîn.
Çalakiya ‘Pêncşema Reş’ ya ku li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat, endamên meclîsa şaredariyê, Serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Cafer Kolûman, Serokê Tum-Bel Sen’ê Medenî Alpkaya, ji Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê Hayriye Dogan û xebatkarên şaredariyê tevlî bûn.
Serokê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal Cafer Kolûman ku di çalakiya protesto yî de axivî û got, ew siyasetmedarên Kurd yên li girtîgehê girtîne silav dike.
Kolûman aşkera kir ku, erdnîgariya Anadolûyê xwediyê çêkerekî, pir nasnameyî, pir dînî, û pir ziman û çandiye. Kolûman diyarkir ku, “Mixabin vê çêkerê desthilatdar bêzar kirine, ji bo qewmekî yek şekil û yek ziman biafirînin zext kirine.” Kolûman da zanîn ku, qedera Kurd û Elewiyan yeke û wiha got; “ Ev 90 sale Kurd û Elewî rastî heman polîtîkayan tên. Di rastî de yên ev çalakiya ‘Pêncşema Reş’ derxistîn ew polîtîkayên tarîne. Pêwîste em jî ji bo van polîtîkayên tune bikîn, zalim di zulma wî de bixeniqînin di tekoşînê de bin. Desthilatdariyekê bihizirin ku hertim kînê divereşîne. Nefretê divereşîne. Serokwezîr vê yekê di afirîne, hikumet di afirîne. Ev yek jî nebese vê yekê li gel rêveberî, daraz û qanûndanînê de dike.”
Kolûman anî ziman ku, pêwîste li hember zulma zaliman bêdeng nemîne. Kolûman destnîşan kir ku, “li hember zulma zaliman bêdeng mayîn tê wateya zulmê. Ji bo em jî nebin hevkarê zulma li ser me tê kirin, pêwîste di nava hevgirtinê de bin. Heta ku em ‘Pêncşema Reş’ vegerînin ‘Pêncşema Ron’ dê li gel heval û dostên xwe bin.”