Yên ku zû dibînin, zû dibhîsin û wijdanan wan tehemûlî ne heqiyê nakin, berê xwe didin warên heqîqetê. Ji ber wê bertekên ku werin raberkirin ancax bi nêrîn û helweseke radîkal wê pêşbikeve. Jinên dil wêrek bi nasneme û dengê xwe li hember vê siyaseta îmha û tunekirinê disekinin. Ji ber wê her dengek ku li hember bê edaletbûna heyî derdikeve tê tebisandin. Lê yên ku li hember van polîtîkayên qirêj bi dil wêrek disekinin jî, ew jinên xwedî nasnameya azad in. Yek ji jinên leheng ku vê rastiyê zû dibîne û dixwaze li hember wê bisekine jî Şîlan Ezgî ye. Rojnemevan Çinar Goktaş; yek ji van rojnemevanên ku dide pey şopa vê heqîqetê, behsa jiyan û têkoşîna jina leheng Şîlan Ezgî (Dîlan Mavzer) dike û kesayeta wê wiha pênese dike:
‘’Ez di şexsê rêheval Şîlan Ezgî de, hemû şehîdên ragihandina azad, kedariyên ku di qadên çiyê de, di ragihandina azad de xebat bi pêşxistine, ked dane, hewl dane, xwîn û xwihdan dane, hemû şehîdan bi bîr tînim. Dîsa di şexsê heval Şîlan Ezgî de, şehîd Tufan Dersîm, ango Tufan Sefkan, Firat Tolhildan, Aso Baran, Azad, Elîkanî Roj, Helgurt û şehîd Xemgîn de, hemûyan bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Em ê bîranînên wan, heta di canê me de ruh hebe, heneseyên me têr bike, heta ku em jiyan bikin, em ê wan bidin jiyankirin, di hemû xebatan de keda wan bidin jiyankirin û bikin mala dîroka Kurdistaneke azad. Heval Şîlan di sala 2003’an de tevgera Apoyî nas dike, sîstema ku heyî, terzê jiyana heyî, qebûl nake, lêgerînên wê, ango lêpirsînên wê bi pêş dikeve. Li ser vê esasê beşdarî tevgera azadiyê dibe. Heval Şîlan di xebatên ragihandina azad de, çawa ku di malê de, gelek lêpirsînên wê li hemberî azadiyê hene, jiyana ku jiyan dike bersiva xwe têde nabîne, morala xwe di wê jiyanê de nagire, nikare wê jiyanê pênase bike. Ji ber ku nikare wê jiyanê azad jiyan bike. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, mêtîngeriya ku li ser gelê Kurd dimeşîne, bişaftina ku li ser gelê Kurd, jinên Kurd dimeşîne, ji wê re dibe mijarekî lêpirsînê. Ango dibe pisulayek an jî pêşnûmeyekî ku lêgerînên xwe li ser bide meşandin. Heval Şîlan li ser van lêgerînan, xwe digihîne jiyaneke azad û berê xwe dide çiyayên azad. Şehîd Şîlan Ezgî di pirtûk û parêznameyên Rêber Apo de, bersiva xwe ya herî sereke dibîne. Bersiva ku êdî wê çawa jiyan bike. Yanî wekî jineke Kurd, wekî jineke ciwan li Erdîxanê mezin bûye, wê jiyanekî çawa jiyan bike, wê jiyaneke azad çawa bihûnê û li ser kîjan bingehê xwe ava bike, bersiva wê hemûyan di pirtûk û parêznameyên Rêber Apo de dibîne. Ango di bîrdoziya azadiyê de dibîne. Ji ber vê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û li vir xebatên dîrokî dide meşandin. Ji ber rêheval Şîlan di milê fikir de, di milê hest de jî, di gelek nivîsên xwe de jî, di vegotinên xwe de jî, çi dîmenkî, çi jî niviskî be jî, li beramberî dîrokê xwe berpirsyar dibîne. Ya duyemîn jî, di xebatên ragihandina azad de, xeta jina azad wê çawa were parastin, ango xeta ku Gurbeteliyan, Gulistan Tarayan, şehîd Hêro Bahadînan, çawa bi pêş xistiye, berhem dane, ji gelê Kurdistanê re hiştine, ji jinê Kurd re hiştine çawa bide jiyan kirin, bersiva xwe ya herî baş, di xebatên xwe yên qada ragihandinê de derdixe holê. Dibe lêgerînvanekî heqîqetê. Ew bi xwe jî, di gelek nameyên xwe de yên ku ji malbata xwe re û ji rêhevalên xwe re nivisandî de dibêje: ‘Ez her tim li pey rastiyê geriyam. Ango her li pey heqîqetê geriyam û min dest jê berneda’. Lêgerîn û keda xwe, meşa xwe ya azadiyê jî wisa pênase dike û bi wate dike. Careke din jî ez dikarim ji bo heval Şîlan wisa bêjim, di xebatên Ragihandina Azad de, xeta jina azad parastine, çi di şexsê heval Şîlan de, çi di şexsê heval Avrîn Mahsum de, Koçerîn Dîgor de, Roza Amed, Axîn Amûdê û Amara Dersîm de. Ev xet kir, mîrasekî pir kur ku jina Kurd, jina Rojhilata Navîn xwe lê bidin avakirin. Bêguman, li ser jinên Rojhilata Navîn, polîtîkayên pir qirêj, pir şerê taybet têne meşandin. Ev di roja me ya îro de jî wisa ye. Ji dîrokê heta niha wisa ye. Lê di parastina cewherî de, ji ber ku jin xwe bi hêz kiriye, bi taybet di çiyayên azad de, ji ber ku xwe ava kiriye, heval Şîlan jî li ser vê xetê, li hemberî şerê taybet, ango li hemberî xeta kuştina jinê, bû bersiva herî xurt e. Ji bo wê jî Şîlan Ezgî, di xebatên xwe de dixwest jinê bide jiyankirin. Di gelek nivîsên xwe de wê dide diyarkirin, wê jin parastina xwe ya cewherî çawa bike, wê jin di xeta azadiyê de çawa bimeşe, wê çawa li çavê çiya temaşe bike, ango wê di nava hemû qirêjahiyê de wê xweşikbûn çawa were dîtin, heval Şîlan evane hemû nîşan dan. Ji bo wê jî li ser xeta ku wê daye avakirin, ked dayî, ji bo me tevahiyan wekî deynekî ye. Em ê vê deynê heta ku em jiyan dikin, heta ku heneseya me hebe, heya ku xwîna me hebe, em ê vê xetê bidin jiyankirin.
Nemirbûna wê di Kurdistanê de wekî çandekê, em ê bidin avakirin. Niha rêheval Şîlan, di xeta ku Gurbeteliyan ava kirî, bi taybetî di qada ragihandina azad de, li ser vê xetê di gelek berheman de derket holê. Lêgerîn û lêpirsînên wê, di berhemên xwe de bersivand. Tabî morala heval Şîlan Ezgî, çanda ku ew dixwaze mezin bike, ava bike xeta jina azad zêdetir mezin kir. Ango kir mîrasekî ku hemû jin li ser bimeşin. Ji ber moral wekî exlaq girte dest. Di kesayeta xwe de da avakirin. Yên ku heval Şîlan nas dikin jî dizanin, bi hemû awayî, bi enerjiyekî xwe ya pozîtîf tevgeriya. Ji bo wê ev enerjiya xwe her jiyan kir û bi pêşdetir bir. Heval Şîlan ku wateya ku di qada ragihandinê de girtiye, dixwaze bêhtir mezin bike. Ev xwestek dihişt bêhtir xebat bimeşîne. Ev jî ji bo me neqişandiye, em ê li ser wê xetê bimeşin. Heval Şîlan bi kamereya xwe jî, çiya çiya geriya, ji Zapê, heta ber bi Xakurkê, Xinêrê keda wê heye. Keda wê di hemû qadên Kurdistanê de heye. Em ê xwedî li keda wê derbikevin. Ji ber ew li hemberî şehîdan, li hemberî dîroka Kurdistanê, li hemberî çîroka gerîlayan bi baldar bû û xwe berpirsyar didît. Ev ji bo me dibe taybetmendiyekî ku kedkarê ragihandina azad wê çawa bin, şehîd Şîlan bersiva wê dide. Heman demê him bersiva wê da, him jî ragihandina azad wê ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî piratîkekî çawa derxîne holê, bersiva wê jî da me. Di piratîka xwe de da nîşan dan.
XETA RAGIHANDINA JINA AZAD GURBETTELÎ ERSOZ AVA KIR
Xeta ragihandina jina azad bi hêsanî nehatiye avakirin. Belkî Gurbeteliyan, Zinarînan, Bêrîtanan, Şîlan Ezgî yan ava kirin. Heman demê, gelek kedkarên çapemeniya azad hatin avakirin. Em ê serkeftinên ku wan ji me re hiştine, mezintir bikin. Bi azadiya Rêber Apo re em ê bigihîjin serketinê. Jinên Kurd di çiyayên Kurdistanê de, wê parastina xwe ya cewherî çawa bikin, wê xwe li ser kîjan xetê ava bikin, wê rengê xwe çawa derxînin holê, gelek caran nîşanî her kesî kirin. Şehîdên ragihandina azad, şehîd Koçerîn Dîgor, Avrîn Mehsum, Axîn Amûdê, Amara Dersim, Gulistan, Roza, Sara, van hevalan li ser xeta heval Şîlan Ezgî, Gurbetelî û Gulistan Tarayan xwe ava kirin, xwîn rijandin û gihîştin merteba şehadetê. Em ê li keda ku van hevalan di qada ragihandina jina azad de dane avakirin, xwedî derbikevin. Em ê wê kedê bi azadiya gelê Kurd, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bikin yek û bigihînin serketinê.’’

