'Em ê tola 34 canan hilînin'
Gerîla Delîla Goyî di salvegera komkujiya Roboskî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivî û got, "Tolhildana komkujiya Roboskî, wezîfeya me ye."
Gerîla Delîla Goyî di salvegera komkujiya Roboskî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivî û got, "Tolhildana komkujiya Roboskî, wezîfeya me ye."
Gerîla Delîla Goyî di salvegera komkujiya Roboskî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivî û got, "Tolhildana komkujiya Roboskî, wezîfeya me ye."
Beriya niha bi çar salan, di 28'ê Kanûnan 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê, 34 sivîlên Kurd ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Tevî ku di ser re çar sal derbas bûne jî, li şûna cezakirina kujeran, hikûmeta AKP li Kurdistanê komkujiyên nû dike. Ciwanên Kurd ên li hemberî komkujiyan bêdeng neman berê xwe dan nava refên PKK'ê. Delîla Roboskî ya piştî komkujiyê tevlî nava refên gerîla bû, komkujî û armanca tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla vegot.
'MIROVAHÎ PARÇE PARÇE BÛBÛ'
Delîla Goyî ya li gundê Roboskî yê Qilabanê ji dayik bû, da xuyakirin ku ji bo hilanîna tola komkujiya Roboskî ew tevlî refên gerîla bûye.
Goyî diyar kir ku bûyera qewimî li derveyî mirovahiyê bû û got, "34 mirov, ji bo debara xwe bikin, dema bazirganiya li ser sînor dikirin, hatin qetilkirin. Di sibeha komkujiyê de bêhna sêvê ya mîna gaza kîmyewî dihat. Di destpêkê de me fêm nekir bê çi qewimiye. Piştre dengê qîrînan hat guhê min. Dema ber bi cihê ku deng jê tê çûm, ez şoq bûm. Cenaze li derdorê belav bûbûn, parçeyên bedena mirovan û yên heywanan tevlîhev bûbûn. Li derdorê êş, rondikên çavan û cesedên şewitî hebûn. Mirovanî parçe parçe bûbû. Ya ku min dît, di hundirê min de rê li ber hêrs û nefretê vekir."
'BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊ HIKÛMETA AKP'Ê YE'
Delîla Goyî bibîr xist, ku her çend di ser re çar sal derbas bûne jî kujer û berpirsyarên komkujiyê nehatine cezakirin û got, "Berpirsyarê esîl ê komkujiya Roboskî, hikûmeta AKP'ê ye. Tevî ku di ser re sal jî derbas bûne, hînê hewl tê dayîn ser wê bê nixumandin. Hikûmeta AKP'ê ku ji bo nixumandina komkujiyê bi he awayî derew kir û serî li hîleyan da, îro jî bi awayekî vekirî li Kurdistanê komkujiyan dike. Bi pêkanînên li dijî mirovahiyê re hikûmeta AKP dixwaze gel bêdeng bike. Piştî ku maske ji rûyê AKP'ê ket, êdî pêwîstî bi veşartina pêkanînên xwe nabîne."
'DIVÊ CIWAN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN'
Delîla anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê tê dayîn, divê ji aliyê Kurdan û hemû gelên din bên destekkirin û destnîşan kir, ku Kurd êdî ne Kurdê berê ye. Gerîla Delîla ragihand ku gelê Kurd ê xwedî li gundê Roboskî derket, îro jî ji bo xwerêveberiyê li ber xwe dide û got, "Di vê berxwedanê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Ji bo bersiveke xurt ji hovîtiyê re bê dayîn, divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin. Têkoşîna rasteqîn ancax li nava refên PKK'ê dikare were meşandin."