‘Em ê pitika di dergûşê de mezin bikin û dîsa jî têkoşînê bidomînin’

Cenazeyê Ayten Gunhan (32) a pêr bi guleya polîsan li Dêrsimê hat qetilkirin definkirin. Meta Ayten Gunhan, Sakîne Ertugrul di merasîma cenaze de axivî û got: "Em ê pitika xwe ya dergûşê de mezin bikin û dîsa jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Cenazeyê Ayten Gunhan (32) a pêr bi guleya polîsan li Dêrsimê hat qetilkirin definkirin. Meta Ayten Gunhan, Sakîne Ertugrul di merasîma cenaze de axivî û got: "Em ê pitika xwe ya dergûşê de mezin bikin û dîsa jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Cenazeyê Ayten Gunhan (32) a pêr di çalakiya 2 gerîlayên HPG'ê yên li hemberî Qereqola Şehît Naîf Karabulut a li navenda Dêrsimê de bi guleya polîsan birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da hat definkirin. Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê Alî Bûl û Nûrhayat Altûn û bi sedan welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Ji bo Gunhan li Cemxaneyê merasîm hat lidarxistin. Piştî wecîbeyên olî meta Gunhan Sakîne Ertugrul axivî û wiha got: "Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em ê hemû zarokên xwe mezin bikin û bişînin çiyayan. Em ê pitika  xwe ya di dergûşê de mezin bikin û dîsa têkoşîna xwe bidomînin."

'GUNHAN JÎ GOT JI ŞER RE NA'

Parlamentera HDP'ê Edîbe Şahîn jî diyar kir ku Gunhan dengê hemû jinan bû û wiha got: "Di serî de jin ji bo ev şer rawestê wê her tim bêjin na. Em baş dizanin ku ev şerekî nasname, bawerî, ziman e."

Şahîn anî ziman ku êdî jin li ber morg û goristana disekînin û wiha axivî: "Çiqas ji me re lanetê bikin bila bikin em ê her tim aştiyê biparêzin û ji bo zarokên me neyên qetilkirin bibin xelek. Ji ber ku gelê Dêrsimê bû yek û xelek lanetê dikin. Me gelek kesên lanet dibarandin dîtin û ew hemû hatin jibîrkirin û qral hatin jibîrkirin. Tişta neyê jibîrkirin aştî, mazlum, gel, jin û ziman in."

Piştî axaftinan cenazeyê Gunhan li Goristana Asrî ya Şaredariyê hat definkirin.