'Em diçin mala xwe'
Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê dewam dike. Şervanên di nava pêngavê de cih digirin bi coş û kêfxweş in, ku gav bi gav nêzî mala xwe dibin.
Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê dewam dike. Şervanên di nava pêngavê de cih digirin bi coş û kêfxweş in, ku gav bi gav nêzî mala xwe dibin.
Yek ji van şervanan jî Abdullah Abdullatîf e ku navê Ebû Neşat li xwe kiriye. Dayika vî şervanî Kurd e, bavê wî jî Ereb e.
Ji roja destpêkirina pêngava Xezeba Firatê û vir ve, bi gavên ji xwe bawer, ber bi navenda Reqayê ve dimeşe. Hêzên pêngavê ku bi du baskan ve ji bajarokê Eyn Îsa û bajarokê Silûkê ketin nava tevgerê, gelek gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Şervan her wiha ji ewlekarî, pêdiviyên bingehîn ên welatiyan re jî dibin bersiv.
Beşeke mezin a pêngavê ji şervanên Ereb pêk tê. Koçberên Reqayî jî cihekî girîng di nava şervanan de digirin.
Dema şervan gaveke din nêzî navenda Reqayê dibin, hê bêhtir coş û kelecan dikeve dilê wan. Ber bi mal, ber bi axa xwe ve dimeşin. Yek ji van şervanên bi coş û kelecan e Ebû Neşat e. Şervanê QSD'ê Ebû Neşat dema fêhm kir ku nema dikare di bin zilma çeteyên DAIŞ'ê de bijî, xwe li Girê Spî (Til Ebyadê) girt. Piştre jî cihê xwe di nava refên QSD'ê de girt. Beriya Ebû Neşat, kekê wî jî tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bû û lingekî xwe winda kir.
Ebû Neşat li dijî çeteyên DAIŞ'ê gelekî bi hêrs e. Ji ber ku çete bûne sedema zilmê, ji ber Misilmantiya wan a sexte û ji ber ku ew ji cih û warên wan kirine, gelekî bi Hêrs e. Ebû Neşat dibêje, "Dema em li Reqayê bû jiyana me mîna zîndanê bû. Tiştekî gelekî cuda ku ti eleqeya xwe bi Misilmantiyê tinebû, li ser me ferz dikirin." Ya ku Ebû Neşat herî zêde li ber dikeve, ji neçarî jî be; terikandina axa xwe ye.
Ebû Neşat niha weke şervanekî azadiyê ber bi Reqayê ve dimeşe. Li her cih, her gundê ku ji çeteyan paqij kirine, coş û kelecana wî zêde dibe. Û dibêje, "Ez gelekî kêfxweş im ku di nava vê operasyonê de cih digirim. Ez diçim mala xwe ku demeke dirêj jê dûr ketim. Di vê oxirê de şer dikim."