Êlihê qeşa girt!
Li Êlihê, germahiya hewayê ya 20 pile daket binê sifirê, jiyana li bajêr tevizand.
Li Êlihê, germahiya hewayê ya 20 pile daket binê sifirê, jiyana li bajêr tevizand.
Serma li Êlihê, ku di bin sifirê de 20 pile ye, bû sedem ku şebekeyên avê qeşa bigirin. Li navenda bajêr, ji ber qeşagirtina erdê gelek caran qezayên trafîkê rû dan. Her wiha bi dehan welatiyên şemitîn û ketin erdê, rakirin nexweşxaneyan. Ji ber ku depoyên mazotê yên Otobusên Gel ên Şaredariyê qeşa girtin, bi qasî 20 wesayît nikarin xizmetê bidin.
Her wiha ji ber berfê û qeşayê rêyên bi sedan gundan hatine girtin. Rayedaran bang li welatiyan kirin, ku heta pêwîstiyeke xwe ya lezgîn nebe, kes ji malên xwe dernekevin.