BI DÎMEN

Ekrem Huso: Di sala 2015'an de me serketinên dîrokî bi dest xistin

Ekrem Huso diyar kir ku sala 2015'an ji bo Rojava sala serketinên dîrokî ye. Huso destnîşan kir ku êrîşên DAIŞ'ê û dewleta Tirk hatine pûçkirin û got, "Bi serketina Kobanê re bersiv ji hemû hêzên paşverû re hat dayîn."

Serokê Meclîsa Rêveberiya Xweseriyê ya Kantona Cizîrê Ekrem Huso diyar kir ku sala 2015'an ji bo Rojava sala serketinên dîrokî ye. Huso destnîşan kir ku êrîşên DAIŞ'ê û dewleta Tirk hatine pûçkirin û got, "Bi serketina Kobanê re bersiv ji hemû hêzên paşverû re hat dayîn."

Serokê Meclîsa Rêveberiya Xweseriyê ya Kantona Cizîrê Ekrem Huso sala 2015'an ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku xweseriya demokratîk ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê gaveke gelekî mezin e. Huso ragihand ku wan bi Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Asûrî û bi hemû rengên civakê û gelan re sîstemek ava kirine û diyar kir ku hem ji aliyê civakî, hem ji aliyê tenduristiyê, hem jî ji aliyê perwerdeyê ve encamên erênî bi dest xistine. Huso da zanîn ku bi xweseriya demokratîk re gelek proje ketine meriyetê û tên bicihanîn û got, "Di hin projeyan de em bi ser ketin, hin roje jî hînê bi cih tên anîn."

Huso destnîşan kir ku daxwaz û bendewariyên gel, karê wan ê sereke ye û got, "Xweseriya demokratîk ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve xebatên gelekî xurt meşand û bi ser xist. Li pêşiya me gelek wezîfe hene. Divê hîn bêhtir kar bê kirin, xizmet bê kirin. Em ê bêhtir bi ser bikevin."

'ME DAIŞ QELS KIR, QADÊN AZAD AFIRAND'

Huso ragihand ku di sala 2015'a de wan ji bo Rojava jiyaneke nû ava kirine û got, "Navê vê jiyanê xweseriya demokratîk e. Me DAIŞ qels kir, gelek qad azad kir. Qadên stratejîk ên mîna Holê me azad kir û derfet dan gelên li wê derê dijîn ku xwe bi xwe bi rê ve bibin. Li tevahiya Rojava me dest bi pêngava azadkirinê kirin. Bi hewldana Sûriyeyeke demokratîk, me hewl dan modela rêvebirina xwe bi xwe ya gelan pêk bînin."

'XWESERIYA DEMOKRATÎK RASTÎ ELEQEYEKE ZÊDE HAT'

Ekrem Huso aliyê navneteweyî yê xweseriya demokratîk nirxand û diyar kir ku wan ji heyetên ji gelek welatan hatin re, xweseriya demokratîk vegotine. Huso anî ziman ku gelek caran ew li qada navneteweyî ji kongre û semîran re hatine vexwendin û got, "Heyetên dewletên derve, modela Rojava li cih dîtin û bi êrênî pêşwazî kirin."

'ROJAVA NAVÊ XWE LI DÎROKÊ NIVÎSAND'

Huso da xuyakirin ku Rojava navê xwe li dîrokê nivîsandiye û got, "Ez bawerim wê Xweseriya demokratîk ji tevahiya cîhanê re bibe modelek. Lewma ev sîstem hem ji bo Rojava hem jî ji bo Sûriyeyê modela demokratîkbûyînê ye.

'XWESTIN DI SER KOBANÊ RE KURDAN TESFIYE BIKIN'

Huso bal kişand ser berxwedana dîrokî ya sala 2015'an a li Rojava û got, "Berxwedan û serketina Kobanê pêk hat. Gund bi gund, bajar bi bajar pêngavên azadkirinê hatin meşandin. Ya herî girîng û xurt jî peyama li Kobanê hat dayîn bû. YPG'ê bersiva pêwîst da hemû hêzên paşverû. Di berxwedana Kobanê de hat dîtin ku xweseriya demokratîk dikare gelê xwe biparêze, dikare dijminan qels bike. Xwedî wê hêzê ye ku dikare sînorê xwe biparêze. Ev hêz hêza gelê Kurd û dostên wan e. Bi êrîşên li hemberî Kobanê re xwestin mesaja 'Binêrin YPG û xweseriya demokratîk nikarîbûn gelê xwe biparêzin' bê dayîn. Me nîşan da ku em dikarin gelê xwe biparêzin. Ya herî girîng jî ew e ku gelê Kobanê li ser xaka xwe dijî. Gavên ji bo jiyana nû avêtin û derfetên avakirina civakeke demokratîk afirîn."