Ehmed: Hikûmeta AKP jî wê bê asta rejîma Sûriyeyê

Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir, ku Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn modeleke mînak e. Ehmed destnîşan kir ku ev model li Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de pêk tê.

Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir, ku Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn modeleke mînak e. Ehmed destnîşan kir ku ev model li Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de pêk tê.

Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed, wate û girîngiya Kongreya Sûriyeya Demokratîk, nêzîkatiyên ENKS'ê û rewşa li Bakurê Kurdistanê nirxand. 

Ehmed diyar kir ku Kongreya Sûriyeya Demokratîk, da xuyakirin, ku ji bo nîqaşên demokratîk û aştiyane, diyalgo û dîtina çareseriyê, têkoşîna li dijî terorê, veguherîna siyasî ya li nava Sûriyeyê, pêkhatina hilbijartinên azad û demokratîk û afirandina destûreke bingehîn a demokratîk, kongreya wan xebatên xwe didomîne.

'LI ROJHILATA NAVÎN MODELEK E'

Ehmed da zanîn, ku Kongreya Sûriyeya Demokratîk, ji bo rizgarkirina welêt ji rewşa heyî projeyeke demokratîk a hemû pêkhateyên siyasî û civakî ye, ku ehwl didin sîstemeke demokratîk û alternatîf ava bikin. Ehmed got, "Di kongreyê de Meclîs hat avakirin. Meclîseke demokratîk a Rojhilata Navîn hat afirandin. Ya rast li Rojhilata Navîn modelek hat avakirin. Modeleke dikare mînak bê girtin. Di çarçoveya edalet û yekîtiyê de ev kongre li ser esasên pêşeroja hevpar a hemû gelên li Sûriyeyê, afirandina jiyaneke baştir, hişmendiya zayendî û edaleta navbera her du zayendan de pêk hat. Kongreyek ji ber pêwîstiyan pêk hatibû. Ji bo rêxistinên li Sûriyeyê hîn bêhtir bibin xwedî rol, kongreyeke girîng bû. Di demeke ewçend mirin û komkujî lê tê kirin de pêkhatina kongreyeke bi vî rengî watedar bû."

'ENKS DIJBERIYA SÛRIYEYÊ DIKE'

Ehmed diyar kir ku ENKS ji navendekê tê birêvebirin, li dijî hemû rewşên erênî derdikeve, hemû rêyên çareseriyê dixitimîne û got, "ENKS li hemberî hemû çareseriyan, li dijî hemû rewşên erênî derdikeve. Li pêşiya avakirina Sûriyeyeke demokratîk dibe asteng. Li hemberî hemû gavên girîng, gotinên dijber dibêje û nerazîbûnê nîşan dide. Li hemberî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî derket û êrîşî wê kirin. ENKS niha di rewşeke gelê de ye ku rêyên çareseriyê digire. Li dijî hemû rêxistin û her nêrîna çareseriyê derdikeve. Ev yek tê wê wateyê ku ji aliyê navendekê ve tê birêvebirin. ENKS ji navendekê ve tê birêvebirin. Biryarên xwe jî bi cih nîne, biryarên hêzên derve bi cih tîne. Ji navenda îstîxbaratê ve tê birêvebirin. Hemû rêyên gengaz ên çareseriya li Sûriyeyê dixitimîne û yên çareseriyê diafirînin hedef digire. Dijberiya Sûriyeyê dike. Li dijî gelê Sûriyeyê dixebite."

'EM LI CEM GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ NE'

Ehmed ragihand ku qewimînên li Bakurê Kurdistanê çalakiyên gelekî watedar û di cih de ne û got, "Ez, çalakiyên li hemberî hêzên faşîst ên bi hovane êrîşî gelê azadîxwaz dike, ez, xwerêveberiyan silav dikim. Gelê Bakurê Kurdistanê sekneke girîng nîşan dide. Polîsên hikûmeta AKP'ê yên nikarin xwe li vê seknê rabigirin, her roj bi dehan mirovan qetil dike. Cihên Kurd lê dijîn ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine dorpêçkirin. Li hemberî vê dorpêçiyê gel rabûye serhildanê. Nerazîbûna gel mezin û watedar e. Dixwazim bêjim ku em li cem gelê Kurd ê ji heft heta heftê salî li ber xwe dide. Girîng e gelên li Tirkiyeyê dijîn jî destekê bidin vê berxwedanê. Pêwîste gelên mozaîk ên li Tirkiyeyê dijîn, destekê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr û Botanê, li cem wan cih bigirin. Pêvajoyeke çareserî û diyalogê hebû, lê belê hikûmeta AKP'ê bi destê xwe ev pêvajoya diyalog û çareseriyê ji holê rakir. Asta ku hikûmeta AKP'ê bê, wê ji asta rejîma Sûriyeyê ne cudatir be. Asta rejîma Sûriyeyê li holê ye, dawiya hikûmeta AKP'ê jî wê bi vî rengî be."

Ehmed da zanîn ku modela demokratîk a ji aliyê Kongreya Sûriyeya Demokratîk ve hat afirandin, li Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de dikare pêk were û destnîşan kir, ku ji bo pêşketina li Tirkiyeyê û avakirina jiyaneke demokratîk, pêwîstî bi modeleke bi vî rengî heye. Ehmed bang li her kesên ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' kir ku beşdarî vê modelê bibin û ragihand, ku divê akademîsyen, hunermend, mirovên ji baweriyên cuda destekê bidin û tevlî vê modelê bibin.