Ehmed: Girtina deriyê Sêmalka berdewamiya siyaseta AKP'ê ye

Têkîldarî girtina deriyê sînor ê Sêmalka ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Ehmed got: “Pêwîst e PDK ne li kêleka Erdogan be, li kêleka gelê Kurd be.”

Têkîldarî girtina deriyê sînor ê Sêmalka ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Ehmed got: “Pêwîst e PDK ne li kêleka Erdogan be,  li kêleka gelê Kurd be.”

Derbarê ev sîyaseta hevpar a AKP'ê û PDK'ê ya li hember gelê Rojava, me hevpeyvînek bi Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Nîhad Ehmed re çêkir.

‘BILA PDK PIŞTGIRIYA ROJAVA YA BI WAN RE JI BÎR NEKE’

Ehmed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîst e PDK, piştgiriya Rojava ya di rojên şer ên zehmet de ji bîr neke û got: " Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê de û dema dagirkirinê DAIŞ'ê ya Şengala Pîroz, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ber bi hawarê ve çûn û bi erka xwe ya neteweyî rabû. Divê ev piştgirî ji aliyê PDK’ê neyê jibîrkirin.”
Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelê Bakur ev keda ji aliyê YPG'ê ve hate dayîn ji bîr nake, lê PDK berevajî vê dike û ev gavên paşverû yên PDK’ê xizmetê ji doza Kurdînî û neteweyî re nake.

Ehmed destnîşan kir ku helwesta  PDK’ê û AKP'ê li dijî Rojava ne, got ku gavên PDK'ê li hember Rojava ye û dorpêça aborî li ser Rojava pêk tîne. Ehmed ragihand ku ev berdewamiya siyaseta AKP'ê ye, ku bajarên Bakurê Kurdistanê xistiye dorpêçê û komkujiyan li ser gelê Bakur pêk tîne. Ehmed got:" AKP'ê siyaseta dijminane li hember Rojava dike. PDK jî li pey vê sîyasetê diçe, deriyê Kobanê ji alîkariyên mirovahî re mîna AKP’ê digire."

Ehmed anî ziman ku "ev heman siyaset in ku dijberiya vîna Kurdan e" û PDK dawetî Kurdbûyinê kir. Di dawiya axaftina xwe de Ehmed bang li rayedarên PDK’ê kir ku bi kujerên Kurdan re nebin yek û ji bo dîrok lenetê li PDK'ê nîne, pêwîst e PDK li rêya Kurdewariyê vegere û di vê qonaxa dîrokî de li pey vîna gelê Kurd bimeşe. Ehmed herî dawî ev got: "Maf bi şoreşê tê bidestxistin. Pêwîst e PDK ne li kêleka Erdogan be,  li kêleka gelê Kurd be."