EHB’ê têkîldarî înfaza polîsên Tirk daxuyanî da

Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) têkîldarî muwekîlên xwe Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ku li Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk hatin qetilkirin daxuyanî da.

EHB’ê diyar kir ku karûbarên otopsiyê yên her du şoreşgerên ji aliyê polîsên Tirk hatine qetilkirin didomin, bang li tevahî saziyên demokratîk, rêxistinên jinan û hiqûqnasan kir ku li cenazeyên muwekîlên wan ên nemir xwedî derkevin.

Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) têkîldarî muwekîlên xwe Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ku li Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk hatin qetilkirin daxuyanî da.

EHB’ê destnîşan kir ku Qesr kesên ku li hemberî zilma AKP’ê li ber xwe didin, şoreşgerên bi biryar in ku hesabên qetlîamên hevkariya AKP-DAIŞ’ê bipirsin dike hedef, wiha domand: “Piştî ciwanên sosyalîst ên destên xwişk û biratiyê dirêjî Kurdistanê kirin, yên di nav aştiyê de têkoşiyan, ji 7 heta 70 saliyan ên gelê Kurd û jinên bi înfazên bê daraz, ber bi vê sibehê ve jî muwekîlên me Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ji aliyê polîsên Qesrê hatin qetilkirin.”

EHB’ê destnîşan kir ku pêşî li van qetlîamana girtin tenê bi pirsîna hesabên qetlîaman û xwedî li îdealên van şoreşgeran derketinê ve gengaz e, wiha dewam kir: “Karûbarên otopsiya muwekîlên me yên li dijî faşîzma AKP’ê li ber xwe dan li Saziya Tipa Edlî didome, em bang li tevahî saziyên demokratîk, rêxistinên jinan û hiqûqnasan dikin ku li cenazeyên muwekîlên me yên nemir xwedî derkevin.”