Efsaneyek nayê jibîrkirin: Mamê Rişe
Di têkoşînên azadiyê yên gelên bindest de hin mirov hene bûne sembol, bûne efsane. Yek ji van mirovên efsanewî, Mamê Rişe yê ji Başûrê Kurdistanê ye.
Di têkoşînên azadiyê yên gelên bindest de hin mirov hene bûne sembol, bûne efsane. Yek ji van mirovên efsanewî, Mamê Rişe yê ji Başûrê Kurdistanê ye.
Di têkoşînên azadiyê yên gelên bindest de hin mirov hene bûne sembol, bûne efsane. Yek ji van mirovên efsanewî, Mamê Rişe yê ji Başûrê Kurdistanê ye.
Mamê Rişe, ji bo azadiya welat û gelê xwe, di eniyên şer ên li dijî zilma Saddam de her li refên pêş cih girt. Mamê Rişe hînê sax bû, çîrok li ser dihat gotin. Ji bo ciwan li dijî zilmê serî rakin û berê xwe bidin eniya têkoşînê, bû çavkaniyek. Sparteya wî ya herî mezin jî, hevryên wî bû. Halbûkî xeteriya herî mezin a li hemberî Mamê Rişe, mîna di gelek efsaneyan de tê dîtin, kesên ku wî weke dost û hevrê dinasî, bû.
Xiyanet her dide dû wî û dema firsendê dibîne xencera xwe li pişta wî dide. Mamê Rişe pişta xwe dispêre hevrêyên xwe û sînga xwe bi ber xencerê dijmin ve dike. Kesên ku wî weke hevrê nas dikir, xencerê li dilê wî didin. Û Mamê Rişe dibe qurbanê xiyaneta navxweyî.
'XIYANETÊ, XEYALÊ WÎ NÎVCO HIŞT'
Hevsera Mamê Rişe, dayika Niştîman, hesreta di dilê bêtirs ê Mamê Rişe de bû, bi vî rengî vegot: "Ji bo gelê Kurd bi awayekî azad bijî, têkoşiya û daxwazeke wî ya bi tenê hebû; Gelê Kurd bi awayekî azad bi ziman û çanda xwe bijî."
Kjar Hesen Kerîm (Dayika Niştîman) ku di sala 1984'an de bi Necmedîn Şikur Reûf (Mamê Rişe) re zewicî, diyar kir ku Mamê Rişe mirovekî gelekî pak û dilsozê gelê xwe bû, lewma bi hemû hêza xwe kîna xwe li hemberî dijmin bi kar dianî. Dayika Niştîman, komploya ku Mamê Rişe pê hat qetilkirin, wiha vegot: "Mamê Rişe, bi lehengiyeke mezin di bi sedan şerê li dijî rejîma Saddam de bi ser ket. Lê belê di 24'ê Çileya 1985'an de bi komployeke xayîn hat qetilkirin."
'TI LÊGERÎNEKE WÎ YA JI BO BERJEWENDIYÊN XWE TINEBÛ'
Dayika Niştîman anî ziman ku Mamê Rişe mirovekî gelekî xebatkar û kedkar bû û ti lêgerîneke xwe ya ji bo berjewendiyên şexsî tinebû. Dayika Niştîman got, "Ew lehengê dilên ciwan ên dildarê azadiyê bû" û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Mamê Rişe di temenê xwe yê ciwantiyê de karker bû. Bandora tevgerên gel ên salên 70, 80'ê yên li gelemperiya cîhanê bandor lê kir û bi dildarî çû Fîlîstînê, salekê li hemberî dagirkeriya Îsraîlê şer kir. Mamê Rişe lehengekî gel bû. Mirovan gelekî jê hez dikirin. Ti lêgerîneke xwe ya ji bo berjewendiyên şexsî tnebû. Li berjewendiyên civakê difikirî û bi vî rengî tevdigeriya."
TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ DI PÊŞMERGETIYÊ DE ISRAR DIKIR!
Mamê Rişe piştî ji Fîlîstînê vedigere, yekser ji diya xwe re dibêje ku ew dixwaze bibe pêşmerge. Lê belê diya wî jê re dibêje ku rejîma Baas wê tehdeyiyê li wan bikin û naxwaze ew bibe pêşmerge. Tevî vê yekê jî ew li vê gotina diya xwe guhdarî nake û dibe pêşmerge. Piştî ku dibe pêşmerge, rejîma Baas diavêje ser mala wan û zexteke giran li malbata wî dike. Rojekê di serdegirtina mala wan de leşkerên Saddam bavê wî dibin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin. Mamê Rişe tevî van hemûyan jî dibêje "ez evîndarê xaka Kurdistanê me" dest ji pêşmergetiyê bernade.
'TIMÎ DIGOT KU WÊ ROJEKÊ REJÎMA BAAS HILWEŞE'
Hevsera wî Dayika Niştîman zewaca sal û nîvekê ya bi Mamê Rişe b vî rengî vegot: "Dema destpêka zewaca me baş nayê bîra min. Bawerim sala 1984 bû. Sal û nîvekê em bi hev re man. Dema bi Mamê Rişe re zewicîm ew pêşmerge bû. Carna bi rojan nedihat malê. Sal û nîvek piştî zewaca me, şehîd ket. Dema em zewicî bûn, jiyaneke me ya gelekî bi tevger hebû. Ji ber zexta rejîma Baas em neçar bûn timî cihê xwe biguherînin. Mamê Rişe her tim digot ku ew ê rojekê were û rejîma Baas wê hilweşe."
BI GOTINA 'AŞIQÊ NIŞTÎMAN' HER DU HEZKIRIN KIRIBÛ YEK
Dayika Niştîman diyar kir ku navê wê yê rastî ne Niştîman e û anî ziman ku hezkirina xwe û welat kirine yek û bi vî rengî jiyane. Dayika Niştîman got, "Navê min ê rastî Kjan Hesen Kerîm e. Mamê Rişe piştî ku em bi hev re zewicîn navê min guhert û kir Niştîman. Dema ji min re got, 'Ez navê te diguherînim', min jî tiştek jê re negot. Hezkirina me bi welêt re watedar kir û digot, 'Aşiqê Niştîman im'. Welatparêziya wî gelekî xurt bû. Lewma berjewendiyên civakê di ser her tiştî re digirt."
Dayika Niştîman anî ziman ku Mamê Rişe li herêmên germiyan û Kerkûkê têdikoşiya û ji aliyê gelê herêmê ve gelekî dihat hezkirin û hurmet jê re dihat nîşandan.
'JI BILÎ REJÎMA BAAS Û ARTÊŞÊ, EM Ê LI DIJÎ KESÎ ŞER NEKIN'
Dayika Niştîman ragihand ku Mamê Rişe, ne dixwest Kurdên di berdêla pere de cehştî ji rejîma Baas re dikirin hedef bigire, ji bo wan ji vê rê vegerîne her tişt dikir û got, "Mamê Rişe, ji bo cerdevanên Kurd ên li hemberî wan şer nakin hedef neyên girtin, ferman dabû pêşmergeyan. Mamê Rişe digot, 'Em ê rejîma Baas hilweşînin', lewma digot; ji bilî dewlet û artêşê pirsgirêka me bi kesî re nîne. Musteşarê Muhaberatê bang li hin leşker û cerdevanên Kurd kir û ji wan pirsî 'Kî dikare Mamê Rişe bikuje?' Cehşekî bi navê Tahsîn Şaweys gotiye 'ez dikarim vê bikim'. Mamê Rişe dixwest biçe herêmek cehş lê ne û bi wan re biaxive. Digot ku ew jî Kurd in û nedixwest wan bikuje. Min wê êvarê ji Mamê Rişe re got, ku neçe cem cehşan. Hinekî hêrs bû û got, ku ew ê biçe ji wan re bêje 'heta hûn li hemberî me şer nekin, em naxwazin we hedef bigirin' û ji bilî vê gotinê, ti karê wî bi wan re nîne. Mirovekî ewçend welatparêz û dilpak bû. Mixabin Mamê Rişe di 24'ê Çileya 1985an de di encama komployeke xayîn de dema li konê xwe bû, tevî hevrêyên xwe Serdar û Mûhsîn hat qetilkirin."
Mamê Rişe dema li dijî dijmin şer dikir, bû qurbanê xiyaneta navxweyî. Lê belê heta niha derneketiye holê ku kê çima ew qetil kiriye. Dîsa jî Mamê Rişe mîna lehengekî rastî, navê xwe di dilê gelê Kurd de neqişandiye. Îro jî bi hezaran ciwanên Kurd jê îlhamê werdigirin û ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin.