Efrîniyan li ber xwe dan, artêşa Tirk gule reşand: 5 birîndar
Efrîniyan êrîşên artêşa Tirk protesto kirin. Lê belê leşkerên Tirk gule li wan reşandin. Ji ber vê êrîşê 5 kes birîndar bûn.
Efrîniyan êrîşên artêşa Tirk protesto kirin. Lê belê leşkerên Tirk gule li wan reşandin. Ji ber vê êrîşê 5 kes birîndar bûn.
Şêniyên navçeyên Cindirês, Mabeta û Şiyê yên Kantona Efrînê, ji bo dagirkeriya artêşa Tirk şermezar bikin, bi konvoyeke dirêj a ji wesayîtan berê xwe dan Deşta Şedaya ya navçeya Raco.
Girseya gel li gundê Şedaya yê navçeya Raco li hev civiya û li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk dest bi çalakiyê kir.
Artêşa Tirk gule li gelê berxwedêr reşand û 5 kes birîndar kir.
Ji ber êrîşê Fatma Silêman, Hêvî Elo, Rifet Bîlal, Îdrîs Weqas û kesekî navê xwe nehat hînbûn, birîndar bûn.
Berxwedana gel û êrîşa leşkerên Tirk dewam dike.
Artêşa Tirk duh êvarê li Deşta Şedaya sînor derbas kiribû û dest bi lêkirina dîwêr kiribû.