‘Êdî bandora dewleta Tirk nemaye; ji bo DAIŞ’ê jî rojên dawiyê ne’
Berdevkê HSD’ê Silo wiha got: “Bandora DAIŞ’ê nemaye, li qadên me rojên xwe yên dawî dijî. Polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Rojhilata Navîn jî têk çûye, valavala diperpite.”
Berdevkê HSD’ê Silo wiha got: “Bandora DAIŞ’ê nemaye, li qadên me rojên xwe yên dawî dijî. Polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Rojhilata Navîn jî têk çûye, valavala diperpite.”
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Elî Silo têkîldarî êrîşên li ser Şêxmeqsûd, Efrîn û Helebê, got: “Çeteyên hêzên xwe yên dawî bikar tînin, êdî li ber sikratê ne.” Silo wiha axivî: “Hêzên me bi YPG/YPJ’ê re bi hev re li hember çeteyan têdikoşin. Êrîş li hember Sûriyeya demokratîk û gelên wê ne.”
‘WÊ HER TIM ME LI DIJÎ XWE BIBÎNIN’
Silo bi bîr xist ku êrîş bê encam mane û wiha got: “Êrîş êrîşên kesên ku destketiyên gelên Sûriye û Rojhilata Navîn naxwazin e. Ev hêzên paşverû wê her tim hêzên me li dijî xwe bibînin. Ev êrîşana bi destê hêzên li derdorê pêk tînin. Li hember gelê Kurd û yê Sûriyeyê êrîş pêk tên. Ji bo pêşîgirtina desteketina Sûriyeya demokratîk û avahiyek federal e. Ji bo sîstemek demokratîk û xweser, em ê heta dawiyê têbikoşin.”
‘DAIŞ LI QADÊN ME ROJÊN XWE YÊN DAWÎ DIJÎ’
Silo bal kişand ku wek HSD, aliyê bi DAIŞ’ê re şer dikin e, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li qadên me DAIŞ rojên xwe yên dawî dijî. Em tenê li dijî DAIŞ’ê tênakoşin, bi hêzên alîgirê wê re jî şer dikin. Li pişt DAIŞ, El- Nûsra, El-Şam çiqas hêz hebin bila hebin, li hember hêzek demokrasiyê ti hêzên paşverû nikarin bisekinin. Ev kongre ji bo Sûriyeyê û hatine cem hev a hêzên demokratîk girîng e; wê encamê bigire.”
‘LI ROJHILATA NAVÎN BANDORA DEWLETA TIRK TINEYE’
Silo destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Sûriyeyê tevlîhev bike, wiha diyar kir: “Hewl dide nîfaqê bixe nav gelên bi hev re dijîn. Bi taybet jî li ku derê avahiyek demokratîk hebe li dijî wê argumanan dafirîne. Êdî polîtîkayên dewleta Tirk encam nagire û di qada siyasetê de têkçûn tam kir. Êdî ti hêza wê tineye.”