Dusseldorf bi dirûşma ‘Qatil Erdogan’ lerizî

Li bajarê Dûsseldorf ê Elmanya bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê meşa ku nêzî 20 hezar kes beşdar bû, bi dirûşma ‘Qatil Erdogan’ destpê kir.

Li bajarê Dûsseldorf ê Elmanya bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê meşa ku nêzî 20 hezar kes beşdar bû, bi dirûşma ‘Qatil Erdogan’ destpê kir.

Li ser banga NAV-DEM, TJK-E, ABDEM û Yekîtiya Hêza Demokratîk nêzî 20 hezar kesên ji çar aliyê Elmanya bi şîara “ Ji Kobanê Heta Amedê Li Ber Xwe Bidin” meşiyan, polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Girseya li HBF a Dusseldorfê kom bû, di nav de Elewî, Laz, Êzidî, Çerkez, Kurd, Tirk, Îranî, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê jî cih girtin.

Meş saet 12:00’an destpê kir û li pêşiya kortejê ciwan û jinan bi pankart, dowîz û dirûşman qîr kirin. 

Di tevahiya meşê de dirûşmên “ Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Bijî Berxwedana Bendên Li Kurdistanê”, “Ciwan Li Ser Felsefa Rêber Apo Ne” û “ Bijî Berxwedana Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê” hatin qîrkirin.

LI PÊŞIYA PARLEMENTOYA NRW’YÊ MÎTÎNGEK HAT LIDARXISTIN

Di mîtîngê de Hevseroka NAV-DEM Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç axivîn, Goksûngûr bal kişand ser berxwedana gel a li hember terora delweta Tirk a li ser Kurdistanê, wiha got: “ Em nebin dengê vê berxwedanê, wê dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên hovane hê zêdetir bi ser gelê me de biçe. Divê em li vir bibin dengê berxwedanê û nefesa wan.” 

Koç bal kişand ser beşdarbûna gelê Dusseldorfê bi kêfxweşî got ku ev meşa li Dusseldorf li Sûr, Silopiya, Kerboran, Nisêbîn û Dêrikç ye.

Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî, tecrîda hikûmeta AKP’ê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û terora dewletê ya li ser Kurdistanê şermezar kir, diyar kir ku Bakurê Kurdistan û her çar aliyê wê, ji aliyê faşîzma Erdogan û hevkarê wî Davûtoglû ve bi qetlîaman re rû bi rû ne.

Ceyalan bal kişand ser axaftinên rayedarên dewleta Tirk a “Mal bi mal, kolan bi kolan em ê paqij bikin” û got: “ Ev der Kurdistan e, ev der Mezopotamya ye, tu kî yî? Ev berxwedan wê bilind bibe û bidome. Heta azadî were bidestxistin wê bidome. Ev berxwedan, berxwedana Mazlûm Doganan e, Zîlanan e, Bêrîtanan e, Arîn Mîrkanan e.”

Li ser nave ABDEM, Serokê AABF Huseyîn Mat da xuyakirin ku pêkanîna hikûmeta Tirk qirkirin e, û wiha got: “ Mirov baweriya xwe najîn, bi zimanê xwe naxivin. Di tevahiya dîroka Komarê de li hember pêkanînên tinekirin û çewisandinê hemû gel wê li ber xwe bide.”

Nûnerê FEDA Erdogan Yalçin jî diyar kir ku xendek ne tiştekî nû ne, di tevahî dîrokê de gelan ji bo karibin xwe ji zehmetiyan biparêzin wek rêbaz bikar anîne, wiha got: “Hz. Muhammed li Mekke şerê xendekan da, xwe wiha parast. Îro jî ciwan û gelê Kurd li Kurdistanê vê dikin.”

TJK-E jî ji mîtîngê re peyam şand. Di peyamê de wiha hat gotin: “Me li dijî şerê pergala kapîtalîst rêya sêyemîn hilbijartî ye. DAIŞ tevgereke tinekirina mîrateya çandî ya gelan e, em jî li dijî wê di nav têkoşînê de ne.”

Di peyamê de wiha hat ragihandin: “AKP’e bi polîtîkayên xwe zext û zilmek pir mezin pêk tîne. Ewropa jî bi bêdengî dişopîne. Bajarên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk tên dagirkirin, di bin dagirkeriyeke leşkerî de ye, tê bomberdûmankirin. Di dorpêçê de ye, mîrateya dîrokî tê tinekirin. Şerekî erjenk tê meşandin. Armanca AKP’ê tinehesibandina nasnameya Kurd e û şkandina têkoşînê ye. Dixwaze gelê Kurd girtî bihêle.”

TJK-E, berxwedana gelê Kurdistanê silav kir û bang li tevahî gelên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin vê berxwedanê.
Piştî axaftinên nûnerên komên din, mîtîng bi stranên berxwedanê yên Koma Berxwedan ve bi dawî bû.

...