Duh Mîray a 3 mehî îro du zarokên hêj nehatine dinê
Hêzên dewleta Tirk ku nikarin berxwedana gel bişikînin li navçeya Cizîrê ku zaroka 3 mehî ya bi navê Mîray qetilkirin.
Hêzên dewleta Tirk ku nikarin berxwedana gel bişikînin li navçeya Cizîrê ku zaroka 3 mehî ya bi navê Mîray qetilkirin.
Hêzên dewleta Tirk ku nikarin berxwedana gel bişikînin li navçeya Cizîrê ku zaroka 3 mehî ya bi navê Mîray qetilkirin, îro jî ji ber topebaranê Zekiye Eren û Asya Sezgîn ên ducanî, bêamad zarok anîn. Ji ber zû mudaxale nehatiye kirin, zarokên xwe winda kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku êrîşên dewletê di roja 13'emîn de ye, hêzên dewletê ku nikarin berxwedana gel bişikînin ji ber vê yekê jî qatlîamên xwe didomînin. Hêzên dewletê yên ku duh zaroka 3 mehî ya bi navê Mîray qetilkirin, îro jî bûn sedema mirina zarokên hê di zikê dayikên xwe de ne û ji dayik nebûne. Jinên bi navê Zekiye Eren a ducaniya 8 mehî bû û Asya Sezgîn a ducanî ji ber topebarana zêde bêamad zarok anîn. Zarokê herdu jinan jî jiyana xwe ji dest dan. Her du zarok jî wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bê rawestandin û piştî ku qedexe bê rakirin wê bi welakiyên din re bên defnkirin.
Hate ragihandin ku rewşa dayikan baş e.