Du Serdozgeriyan derbarê çalakiyên Çelê de lêpirsîn da destpêkirin

Du Serdozgeriyan derbarê çalakiyên Çelê de lêpirsîn da destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê di derbarê operasyonên gêrîla yên li ser 3 qereqolên Çelê û girê Darsinkiyê yên hemwext lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî agahiyan, piştî çalakiyên gêrîlayan ya li ser qereqol û noqteyên leşkeran yên Çelê di 4’ê tebaxê de, Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê û Serdozgeriya Komarê ya Wanê hevpar di nava koordîneyekê de lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de, piştî îfadegirtina leşkeran dê hemû belgeyan bişînin Serdozgeriya Komarê ya Wanê.