Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed bi heyetekê re îro saet 11.00’an buroya Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê ziyaret kir. Heyet ji aliyê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed, parlamenterên Kurd ên Iraqî û serokên koma Kurdan hate pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê, Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de axivî, ji ber helwesta erênî ya Parlamentoya Iraqê nîşanî wekîlên Kurd daye spasiyên xwe anî ziman.
Mihemed xwest ku yên di bûyerên Bexdayê de tiliyên wan hene divê di lêpirsînê de bên derbaskirin, diyar kir ku têkîliyên xurt ên mabeyna Serokkomar, serokên koman , parlamenterên Kurd ji milê çareserkirina pirsgirêkên Bexdayê girîng in, wiha dom kir: “Bûyerên li Herêma Kurdistanê, Iraq jî bandor kir û parlamento hat asteke ku bê girtin.”
‘EGER PARTIYÊN KURD BIBIN YEK EM Ê LI BEXDAYÊ HÊ XURTTIR BIBIN’
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û di heman demê de Serokê Fraksiyona Kurd a Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed jî axivî, got heta nelihevkirinên li Iraqê rê ji pirsgirêkan vekirine neyên çareserkirin û ev neyên mîsogerkirin wê venegerin Bexdayê.
Mihemed di çareserkirina pirsgirêkan de bal kişand ser girîngiya yekgirtina partiya Kurd û aliyên siyasî, wiha dom kir: “Helwesta parlamenterên Kurd a li Bexdayê, divê li vir jî bê xurtkirin. Eger wisa bibe em ê karibin pirsgirêkên li Kurdistanê çareser bikin. Kurd çiqasî yekgirtî bin, em ê karibin li Bexdayê ewqasî xwedî hêz bin. Nakokiyên li vir, me li Bexdayê jî lewaz dike.”
Aram Şêx Mihemed got wê Hewlêrê jî ziyaret bike û bi koma PDK’ê re bicive.