Doza Medenî Yildirim talûqî 2’ê Adarê bû
Rûniştina doza têkîldarî qetilkirina Medenî Yildirim talûqî 2’ê Adarê bû.
Rûniştina doza têkîldarî qetilkirina Medenî Yildirim talûqî 2’ê Adarê bû.
Rûniştina doza têkîldarî qetilkirina Medenî Yildirim talûqî 2’ê Adarê bû.
Daxwaza girtina bersûcan careke din nehate qebûlkirin. Seroka Şaxa Stenbolê ya EMO Beyza Metîn a doz dişopand, di salona rûniştinê dozê de hat binçavkirin.
Doza kuştina Medenî Yildirim ê ku ji aliyê leşkeran dema çalakiyên li dijî avakirina Kalekolan de hatibû qetilkirin berdewam kir.
Malbata Yildirim, Samî Elvan ê ku Bavê Berkîn Elvanê dema berxwedana Gezî de hat qetilkirin, Bavê Mehmet Ayvalitaş Alî Ayvalitaş, Piştevaniya Taksîmê, hevalên ji taxê û dibistanê yên Yildirim, endamên ESP û EMEP tevlî rûniştina duyemîn a doza ku li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam dikir bûn.
Polîs piştî demek kurt a destpêkirina rûniştinê ketin salonê, îşaretî dozger kirin û Seroka Şaxa Stenbolê ya EMO Beyza Metîn binçav kirin. Hate diyarkirin ku Metîn bi hincetên li salona rûniştinê wêneyan dikşîne û di tevna civakî de parve dike hatiye binçavkirin. Metin, birin Qereqola Yenîşehîrê.
Heyeta Dadgehê daxwaza parêzeran a têkîldarî girtina bersûcên Yildirim qetil kirine red kir, rûniştin talûqî 2’ê Adarê 2016’an kir.