Wezareta Diyanetê 1000 kesên weke imam û hînkerên Quranê bi navê ‘mela’ xebatê bikin şandin bajarên Kurdan.
Piraniya melayan şandin Amed, Riha, Sêrt û Mêrdînê.
Di serî de BDP, organîzasyonên Elewiyan û rêxistinên mafê mirovan dixwazin Wezareta Diyanetê bête berterefkirin.
Wezareta Diyanetê a di bin kontrola zexta rejima AKP’ê de, di rasteke gotinên Erdogan de di derbarê kurtajê de fetwa jî têne dayîn, her wiha di derbarê mijara Roboskiyê de yek gotin jî nehate gotin.