Dixwazin xemla Kurdistanê Heskîfa dîrokî tine bikin
Heskîfa dîrokî ku her kevir û buxişkekî wê vegotina dîrokê ye, ji ber polîtîkayên dij bi Kurd ên dewletên Tirk, bi xeteriya bendavê ve rû bi rû ye.
Heskîfa dîrokî ku her kevir û buxişkekî wê vegotina dîrokê ye, ji ber polîtîkayên dij bi Kurd ên dewletên Tirk, bi xeteriya bendavê ve rû bi rû ye.
Heskîfa dîrokî ku her kevir û buxişkekî wê vegotina dîrokê ye, ji ber polîtîkayên dij bi Kurd ên dewletên Tirk, bi xeteriya bendavê ve rû bi rû ye.
Li Êlihê di dawiya vê hefteyê de bi pêşengiya Konseya Bajêr sempozyûmek girîng hat lidarxistin. Wezîrê berê yê Çand û Tûrîzmê Ertûgrûl Gunay jî di nav de gelek akademîsyen, profesor doktor, doçent doktor, hiqûqnas, parlamenter û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî sempozyûmê bûn. Ev sempozyûm weke hewldanek ji bo rizgarkirina Heskîfê hat lidarxistin.
Heskîf ji aliyê dîrok, xweza û rewşa xwe ya resen, bajarekî gelekî dewlemend ê herêmê ye. Ji Hûrrî-Mîtanî, Asûr, Ûrartû, Med, Pers, Roma, Bîzans, Emewî, Abbasî, Selçûkî, Artûkî û Eyyûbiyan re malovanî kir û xemla vê dîrokê gihand roja îro. Bi vê taybetmendiya xwe ya dîrokî û xwezaya xwe ve Heskîf di heman demê de 9 ji 10 pîvanên UNESCO di nava xwe de dihewîne.
Lê belê hewl tê dayîn ev bajarê kevnare bi polîtîkayên antî-Kurd ên desthilatdariyên Tirkiyeyê ji holê were rakirin. Ji ber ku li gorî rê û resmên fermî yên dewlet destûrê nade ku serlêdan li UNESCO bê kirin, nikare cihê xwe di nava Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de bigire. Bi vê astengiya li pêşiya serlêdanê ve dewlet dixwaze Heskîfa dîrokî di binê avê de bihêle, talan bike.
Li Heskîfê ku di serdemên destpêkê de weke wargehê dihat bikaranîn, şopên koka mirovan, destpêka çandiniyê û gelek şaristaniyan lê hene. Li vî bajarê antîk bi qasî 6 hezar şikeft hene û ev yek jî nîşan dide ku ev der yek ji cihên destpêkê yên mirov lê jiyan e.
Bi bendava Ilisû ve wê qadeke arkeolojîk a ji 37 hezar 750 hektarî, ku divê lêkolînên arkeolojîk lê were kirin, di binê avê de bê hiştin.
Heskîf li navenda herêma weke heyva bi bereket a li bakurê Mezopotamyayê tê binavkirin cih digire. Li gorî xebatên arkeolojîk ên li Heskîfê hatin kirin, dîroka Heskîfê digihêje heta 10 hezar sal Beriya Zayînê. Bi vî rengî eşkere bûye ku dîroka Heskîfê 12 hezar sal e.
Mixabin ji ber polîtîkayên dewletê yên li ser bingeha antî-Kurd dimeşîne, hewl tê dayîn Heskîf bê tinekirin. Konseya Bajêr a Êlihê jî xwest bala raya giştî bikişîne ser vê rastiyê û pêşî li hewldanên tinekirina vê qada bedew û dîrokî ya Kurdistanê bigire.