‘Divê Parlamentoya Ewropa qetlîamên din ên DAIŞ’ê jî bibîne’

Nûnera Tirkiye ya Federasyona Êzîdiyan Leyla Ferman wiha got: “Ez hêvî dikim ku biryara Parlamentoya Ewropayê tenê bi vê ve namîne. Qetlîamên din ên DAIŞ’ê jî divê bibîne.”

Nûnera Tirkiye ya Federasyona Êzîdiyan a Navneteweyî Leyla Ferman naskirina qirkirinê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) ya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî Xristiyan, Êzîdî, ol û cudahiyên din ên li Iraq û Sûriyeyê pêk anîn nirxandin kir, wiha got: “Ez hêvî dikim ku biryara Parlamentoya Ewropayê tenê bi vê ve namîne. Qetlîamên din ên DAIŞ’ê jî divê bibîne.”

Nûnera Tirkiye ya Federasyona Êzîdiyan a Navneteweyî Leyla Ferman naskirina qirkirinê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) ya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî Xristiyan, Êzîdî, ol û cudahiyên din ên li Iraq û Sûriyeyê pêk anîn nirxandin, têkîldarî biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman. Ferman got qetlîamên DAIŞ’ê li ber çavan e, wiha dom kir: “Cudahiya fermana 74. ew e ku li ber çavên her kesî pêk hatiye. Bi saya çapemenî û tevna civakî ve tevahî cîhan vê qetlîamê dizane. Li Şengalê tiştên hatin serê Êzîdiyan û bê çawa li çiyayan asê man ji aliyê tevahî cîhanê hat dîtin. Ji ber li ber çavan pêk hatine pêwîstî bi ti delîlan tineye. Em wek federasyon ji bo nasîna fermana 74’emîn me çalakî û têkîliyên dîplomatîk meşandin.”

Ferman bal kişand ser rewşa bi hezaran jinên Êzîdî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de, wiha got: “Ji ber çeteyên DAIŞ’ê di pêşketina civakê de rola jinê baş dizanin, jinên Êzîdî li bazarên koleyan difiroşin û zilma herî giran li wan dikin.”

Ferman got divê fermana 74’emîn baş bê fêmkirin, wiha pê de çû: “Armanca herî girîng a êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê ew e ku Kurdistanê dagir bike û tevahî derdorên demokratîk tinekirin bû. Qetlîamên DAIŞ’ê yên li Iraq û Sûriyeyê ne tenê li ser gelê li wir pêk hatiye, li dijî tevahî derdorên demokratîk e. Ez hêvî dikim ku biryara Parlamentoya Ewropayê tenê bi vê ve namîne. Qetlîamên din ên DAIŞ’ê jî divê bibîne.”

...