‘Divê leşkerên Tirk demildest axa Iraqê biterikînin’
Serokatiya Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ve xwest artêşa Tirk demildest axa Iraqê biterikîne.
Serokatiya Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ve xwest artêşa Tirk demildest axa Iraqê biterikîne.
Serokatiya Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ve xwest artêşa Tirk demildest axa Iraqê biterikîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê leşkerên dewleta Tirk li ser axa Iraqê bi ti awayî neyên qebûlkirin.
Têkîldarî rewşa leşkerên Tirk ên li ser axa Iraqê Serokê Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê Seyyîd Ammar El-Hekîm û Serokê Tevgera Sadr Seyyîdî Mukteda Sadr li Necefê hatin cem hev. Di hevdîtinê de mijarên leşkerên Tirk ên li ser axa Iraqê û pirsgirêkên ewlehiyên yên li Iraqê hatin nîqaşkirin.
Piştî civînê Serokatiya Konseya Bilind a Îslamê ya Iraqê daxuyaniyek da, diyar kir ku ji bo Iraq karibe ji rewşa niha xwe rizgar bike pêwîstî bi hevkariyek gelek beşan ve heye.
Di daxuyaniyê de têkîldarî rewşa leşkerên Tirk ên li Iraqê jî hate gotin ku ev hewldana Tirkiye tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê. Di daxuyaniyê de herî dawî hat destnîşankirin ku ji bo leşkerên Tirk ji axa Iraqê bê derxistin, pêwîstî bikaranîna tevahî rêyên dîplomatîk û qanûnî heye.