'Divê her kes li dijî AKP'ê rabe ser piyan'
Destekeke din a ji bo berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê, ji partiya herî rêxistinbûyî ya Rojhilatê Kurdistanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat.
Destekeke din a ji bo berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê, ji partiya herî rêxistinbûyî ya Rojhilatê Kurdistanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat.
Serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî destnîşan kir ku divê Kurd hemû destekê bidin daxwazên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê.
Destekeke din a ji bo berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê, ji partiya herî rêxistinbûyî ya Rojhilatê Kurdistanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hat.
Serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî mijarên di rojevê de ji ANF'ê re nirxand. Ehmedî da xuyakirin ku çareseriya herî rast a hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn sîstema konfeeralîzmê ye û got, "Ev modela herî rast e. Ji ber ku sînorekî konfederalîzma demokratîk nîne. Welat wê parçe nebin. Her netewe û gel wê bi mafên xwe yên neteweyî bi awayekî azad bijîn."
'TIRKIYE JI BO CÎHANÊ XETERÎ YE'
Ehmedî da zanîn ku li Tirkiyeyê êrîşeke faşîzan li hemberî gelê Kurd tê kirin û got, "Li Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzmê şerek heye. Ji ber ku dewleta Tirk ne federalîzm, ne konfederalîzm, ne jî xweseriyê dixwaze. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ti tiştî qebûl nake. Dixwaze neteweya ji 25 mîlyonan tine bike. Ti hikûmet, ti îdeolojî vê nake."
Ehmedî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Hîtler faşîzmeke leşkerî bû, lê Tirkiye niha faşîzma olî, siyasî, sivîl û leşkerî bi hev re dimeşîne. Ehmedî got, "Vê yekê ne tenê li hemberî Kurdan li hemberî her kesî dimeşîne. Tirkiye niha ji bo cîhana Îslamê û tevahiya cîhanê xeteriyeke. Ji ber ku nifşê xwe yê nû bi îdeolojiya faşîzmê perwerde dibe."
'DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN'
Ehmedî bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û ev xal destnîşan kir: "Hemû rêxistin û partî, bi qasî ku ji gel bawer bin, bi ser dikevin. Sermayeya herî mezin a rêxistinekê gel û girse ye. PKK di vê mijarê de serketî ye. Ji gelê xwe piştrast e. Ji sedî sed gelê Bakurê Kurdistanê ji partiya xwe bawer dike. Ne tenê hikûmeta AKP'ê, ti hikûmet li hemberî vî gelî nikare bi ser bikeve. Dikare komkujiyan bike, dikare bajar, bajarok û gundan xera bike, lê belê nikare vî gelî têk bibe. Rojava mînaka vê ya şênber e."
Ehmedî diyar kir ku Kurd hêzeke dînamîk e, wê li ber xwe bide û destnîşan kir ku dirûşmên 'Serhildan' û 'Berxwedan jiyan e' li Bakurê Kurdistanê bûne şêweya jiyanê. Ehmedî bang li hemû Kurdên li çar aliyên cîhanê dijîn kir ku nêrîn û îdeolojiya xwe çi dibe bila bibe rabin ser piyan û her şêweyê têkoşînê bi kar bînin. Ehmedî got, "Çawa u duh xwedî li Kobanê û Rojava hat derketin, îro jî divê ji bo xwedîderketina li Amed, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê jî em rabin ser piyan."
'DI DÎROKA KURDISTANÊ DE BI TENÊ ŞOREŞEK PÊK HATIYE; EW JÎ ROJAVA YE'
Ehmedî têkiliyên PDK'ê yên bi AKP'ê re rexne kir û got, "Di dema bav Barzanî de ez hingî ciwan bûm û di nava têkoşînê de bûm. Vê partiyê baş nas dikim. Her kes ji bo wê demê dibêje şoreş e. Lê ev ne rast e. Ya ku vana kir ne şoreş e, bi tenê serhildanek e. Di dîroka Kurdistanê de bi tenê şoreşek pêk hatiye. Ew jî li Rojava ye. Ev yek jî ji aliyê PKK'ê ve hat kirin. Ne tevgera Şêx Seîd, ne ya Seyîd Riza, ti ji van ne şoreş bûn. Hemû serhildan bûn."
'DIXWAZIN ALA MALBATA BARZANÎ BIKIN ALA KURD'
Ehmedî nîqaşên li ser 'alê' yên di hin organên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê de nirxand û got, "Dibêjin, 'Qazî Mihemed ev al daye Mele Mûstafa Barzanî û jê xwestiye ku vê biparêze'. Tiştekî wiha nîne. Ev dereweke mezin e. Dibêjin, kurê Qazî Mihemed Elî Qazî ev al daye Nêçirvan Barzanî û jê re gotiye 'emanetê bavê min e, biparêzin'. Min ev bûyer yekser ji Elî Qazî pirsî. Ev bersiv da min: 'Ez jî nizanim, ev tiyatroyek e'. Belê, bi rastî jî tiyatro û lîstikek e. Ev hemû senaryoyeke. Nîqaşeke bi zanebîn hatiye plankirin. Ji ber ku ti eleqeya vê alê bi ala Komara Kurd a Mahabadê re nîne. Ala Xoybûn jî cuda ye. Ev al bi tenê ala malbata Barzanî ye. Di navbera YNK û PDK'ê de jî ji ber vê alê nakokî hebû, lê belê Mam Celal ji bo bi Mesûd Barzanî re pirsgirêkan nejî û ji bo Serokkomariya Iraqê ev al qebûl kir. Îro jî dixwazin bi zorê vê alê bikin ala tevahiya gelê Kurd. Lê belê gelê Kurd vê qebûl nake. Ev al ala mala Barzanî ye."
Ehmedî destnîşan kir, ku al û sirûd mijarên neteweyî ne, lewma ancax ji aliyê kongreyeke neteweyî ve bên diyarkirin.