'Divê gelê Kurd û Tirk rabin ser piyan!'

Hevseroka KCD’ê Irmak û parlamentera HDP’ê Uca li hember operasyonên qirkirina siyasî nerazîbûn nîşan dan. Irmak got: "Wek HDP, siyaseta Kurd û şoreşger divê li hember pêla girtinê û şer em pêngaveke polîtîk pêş bixin.”

Hevseroka KCD’ê  Irmak û parlamentera HDP’ê Uca li hember operasyonên qirkirina siyasî nerazîbûn nîşan dan. Irmak got: "Wek HDP, siyaseta Kurd û şoreşger divê li hember pêla girtinê û şer em pêngaveke polîtîk pêş bixin.” Uca jî got: "Di salên 90’an de bi navê JÎTEM’ê dihat kirin. Niha jî bi navê DAIŞ’ê tê kirin. Divê gelê Kurd û Tirk rabe ser piyan.”

Hevseroka KCD’ê  Irmak û parlamentera HDP’ê Uca li hember operasyonên qirkirina siyasî nerazîbûn nîşan dan.

IRMAK: EM DIKARIN BÊJIN KU ŞER DESTPÊ KIR

Irmak da xuyakirin ku piştî komkujiya li Pirsûsê Tirkiye ketiye nav aloziyekê û got: "Komkujiya li Pirsûsê ne musîbet encameke. Ne tişteke ku di carekê de derketiye. Encama polîtîkayên hikûmetê ye. Bi guleberdana DAIŞ’ê û paşê bersiva artêşa Tirk re em dikarin bêjin ku bi awayekî fiiî bi Sûriyeyê re şer destpê kiriye.”

Irmak diyar kir ku pêwîst e li hember operasyonen binçavkirinê û êrîşan pêngaveke polîtîk pêş bixin û wiha axivî: " Wek HDP, siyaseta Kurd û şoreşger divê li hember pêla girtinê û şer em pêngaveke polîtîk pêş bixin. Pêla binçavkirinê ji bo bêbandorkirina hevalên me yên ciwan û zarokên me ne. Wê ev dewam bikin. Şkandina van zehmet e. Lê ya em esas digirin tifaqa civakî ye. Tam jî wextê wê ye em tifaqa civakî pêş bixin. Divê em pirs bikin ne îro be kengî?"

UCA: 'DI SALÊN 90’AN DE JÎTEM NIHA JÎ DAIŞ KOMKUJIYAN DIKE

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî diyar kir ku operasyon li hemberî Kurdên welatparêz û şoreşgerên Tirkiye tê kirin û wiha axivî: "Ev operasyon li hember tevgera Kurd in. Ji gelê me yê welatparêz tolê radikin. Niha jî hilbijartina zû tê nîqaşkirin. Dixwazin bi van girtinan gel bitirsînın û Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibin.”

Uca da xuyakirin ku tiştên rû didin di nav gel de dibe sedema tirsê û bibîr xist ku AKP bi van operasyonan re ji bo di hilbijartineke zû de 400 parlamenterî derxe û bi tena xwe bibe desthilat pêk tîne. Uca got: "Çareseriya Erdogan jî binçavkirin, girtin, qetilkirin û teqîn in. Hevalên me qetil dikin. Binçav  dikin û di nîvê kolana de qetil dikin.”

Uca jî got: "Di salên 90’an de bi navê JÎTEM’ê dihat kirin. Niha jî bi navê DAIŞ’ê tê kirin. Divê gelê Kurd û Tirk rabe ser piyan.”

Uca, ji bo "Meşa Aştiyê ya Mezin" a 26'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir.