Dîmenên çalakiya 8’ê Îlonê ya 3 serkomîser û 45 tîmên taybet hatin kuştin
HPG’ê dîmenên çalakiya sabotajê ya 8’ê Îlonê 2015’an li Îdirê di çarçoveya pêngava Şehîd Şervan Varto ya ji bo bersivdayina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û qetlîamên li ser gelê Kurd tê meşandin, weşand.
ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 22 berfanbarê 2015, 15:04
HPG’ê dîmenên çalakiya sabotajê ya 8’ê Îlonê 2015’an li Îdirê di çarçoveya pêngava Şehîd Şervan Varto ya ji bo bersivdayina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan û qetlîamên li ser gelê Kurd tê meşandin, weşand.
Di çalakiya 8’ê Îlonê 2015’an de 2 wesayîtên zirxî yên Akrep û mînîbusek ji aliyê HPG’ê hatibû hedefgirtin. Di encama teqînê de 3 jê serkomîser, 45 tîmên taybet hatibûn kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê dîmenên çalakiyê parve kir. Di daxuyaniyê de jî wiha got: “Em dîmenên vê çalakiyê bi raya giştî re parve dikin. Piştî van dîmenana bê çawa medyaya şerê taybet a nûçe wek 13 polîs mirin serwîs kir, nûçeyan vedişêre wê zelaltir bê fêmkirin.
Piştî çalakiya hêzên gerîlayên me, hem helîkopterên Skorsky hem jî 20 wesayîtên zirxî ve leşker hatin cihê bûyerê, bi wesayîtên zirxî û bi dehan ambûlansan ve mirî û birîndarên xwe rakirin.”