Dîlok: Newroza 2016'an wê bi berxwedanê re were tacîdarkirin

Dîlok: "Bi PKK'ê re agirê Newrozê geştir bûye. Agirê di dilê Kurdan de ê sed sal in hatiye vemirandin, bi PKK'ê re ji nava xweliyên xwe ji nû ve hat pêxistin."

Dîlok: "Bi PKK'ê re agirê Newrozê geştir bûye. Agirê di dilê Kurdan de ê sed sal in hatiye vemirandin, bi PKK'ê re ji nava xweliyên xwe ji nû ve hat pêxistin."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok dîroka Newrozê û Newroza sala 2016'an ji ANF'ê re nirxand.

Dîlok diyar kir, Newroz ji ber ku berxwedana li dijî zilm û zaliman tîne bîra mirovan, bi Kurdan re bûye yek û got, "Halbûkî Newroz kevneşopiyeke xweser a hemû civakên Aryen e. Pers jî di Şehnameya ji destanên dîroka xwe de Newrozê weke cejna vejîn û ji nû ve avabûnê dinirxîne. Di bîr û hişê her gelî de çîrok û destanên vejîn û hebûnê hene."

Dilzar Dîlok da xuyakirin, ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya roja nû, watedarbûyîna keda bi hişmendiya azadiyê, mezinbûna berxwedana bi rûmet a li hemberî zilmê û tê wateya azadkirina pêşeroja xwe.

PKK TEVGERA NEWROZÊ YE

Dîlok destnîşan kir, ku bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re agirê Newrozê geştir bûye û ev nirxandin kir: "Lê belê ya herî girîng ew e; mirov dikarin bêjin ku agirê sed salî di dilê Kurdan de hatibû vemirandin, bi PKK'ê re ji xweliyên xwe ji û nû ve hat pêxisitn. Newroz ji bo me xwedî wateyeke nûbûnek her rojê ye. Şehîdên me yên nemir, wateya Newrozê ji nû ve afirandin. Agirê ku hevalê Mazlûm Dogan li zîndana Amedê pêxist, kir ku ew weke Kawayê Hemdem bibe dîrokek. Weke tevgereke berxwedanê PKK, tevgereke Newrozê ye. Her rojeke xwe Newroz e. Ji ber ku her roj, bi hişmendiya mezinkirina berxwedana li hemberî Dehaqan, xwe nû dike, her roj bi rêbazeke nû re mercên hebûnê dafirîne û şerê vê dimeşîne. Her rêberên me yên bi jiyan û sekna xwe re gotina 'berxwedan jiyan e' nîşanî me dan, şehîdên Newrozê ne. Her yek ji wan ji bo bûne hêza afirandina jiyana nû. Eger jiyana azad jiyana nû be, her gava Kurdê azad a bi PKK'ê re tê avêtin, gava Newrozê ye."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku ji bo sala 2016'an bibe saleke bi serketina berxwedanên xwerêveberiyê re tacîdar bibe, divê sal bi temamî bibe sala Newrozê.

MEHMET TÛNÇ Û DERYA KOÇ NÎŞAN DAN KU DIVÊ EV NEWROZ ÇAWA BÊ PÊŞWAZÎKIRIN

Dîlok got, "Di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya û Hezex, gelê me nîşan daye ku sala 2016'an wê bibe Newroza berxwedanê. Mehmet Tûnç û Derya Koç nîşan dan ku divê ev Newroz çawa were pêşwazîkirin. Li pêşiya çavê raya giştî ya cîhanê, kêlî bi kêlî nîşan dan ku berxwedan bi çi rengî tê afirandin. Nîşan dan ku li şûna jiyaneke bêrûmet, divê bi çi rengî berxwedan were hilbijartin û Newroz bi çi rengî were pîrozkirin."

Dîlok da xuyakirin, ku wan di agirê bedena xwe de nîşan dane ku berxwedan bi çi rengî were kirin û got, "Wan nîşan dan ku mirovekî Kurd dikare çawa dîrokê binivîsîne. Dan xuyakirin ku ji xweliyên xwe Kurdekî azad çawa dikare were afirandin. Berxwedana wan ji bo me ferman e. Nîşanî me dan ku bi sala 2016'an de hebûna Kurdan çawa dikare bê parastin, çawa dikare bi awayekî azad bê jiyîn û jiyaneke azad bi berxwedaneke çawa re dikare were afirandin."

JIN WÊ HER ROJÊ BIKIN NEWROZ

Dilzar Dîlok da zanîn, bersiva li berxwedanên xwerêveberiyê, ku tên wateya roja nû, bi xwedîderketina jinên Kurdistanî li vê berxwedanê, hînbûn û mezinkirina vê berxwedanê dibe.

Dîlok axaftina xwe wiha dewam kir: "Jin pêşengê jiyanê ne. Afirînerên jiyanê ne. Hêza bingehîn a civakîbûnê ne. Divê jin bi vê hişmendiyê, bi têgihiştina afirandina civakîbûneke nû tevbigerin, sekna xwe ya di berxwedanên xwerêveberiyê de veguherînin sekneke jiyanê, berxwedanê bikin hucreya bingehîn a jiyanê û veguherînin wateya bingehîn. Li ser vê bingehê li dijî sîstema faşîst a bi serdestiya mêr dikarin derkevin. Pêwîste jin zanibe ku ji bilî vê, rêyeke din a jiyana azad nîne. Û bi vê têgihiştinê re wê her rojê veguherîne Newrozê.

Di dilê jinan de agirekî Newrozê heye ku her geş e. Em bi mezinkirina vî agirê di dilê xwe de, bi tacîdarkirina bi berxwedanê re û bi veguherandina weke hêza avakirina civakî re dikarin Newroza 2016'an pîroz bikin."