Dikan nehatin vekirin, xwendekar neçûn dibistanê

Li bajarên Kurdistanê, çalakiyên li dijî terora AKP'ê dewam dikin. Li Êlih, Qoser, Bazîd, Xîzan û Milazgirê, dikan nehatin vekirin, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin û xwendekar neçûn dibistanê.

Li bajarên Kurdistanê, çalakiyên li dijî terora AKP'ê dewam dikin. Li Êlih, Qoser, Bazîd, Xîzan û Milazgirê, dikan nehatin vekirin, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin û xwendekar neçûn dibistanê.

Li Êlihê, bi armanca şermezarkirina êrîşan, jiyan sekinî. Di çarçoveya biryara grevê ya DÎSK, KESK, TMMOB'ê de saziyên cemaweriyê jî xizmetê nadin.

Saet di 13:00 de wê li ber Sînemaya Ylimaz Guney bi awayekî girseyî daxuyaniyek çapemeniyê bê dayîn û dûre meşek were lidarxistin.

LI BAZÎD, QOSER, XÎZAN Û MILAZGIRÊ JIYAN SEKINÎ

Li navçeya Agirî Bazîdê, çalakiya venekirina dikanan, di roja 3. de dewam dike. Li navçeyê bi tenê firin û dermanfiroş vekirî ne. 

Li navçeya Bedlîs Xîzanê, li navçeya Mêrdîn Qoserê û li navçeya Mûş Milazgirê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşan her der girtî ne.