DÎHA’yê wêneyê hovîtiya li Wanê weşand

DÎHA’yê wêneyê hovîtiya li Wanê weşand

Ajansa Nûçeya ya DÎHA’yê wêneyê hovîtiya qetilkirina zarokê 13 salî Veysî Demîr yê li gundê Sitiyakutê yê navçeya Ebexa Wanê li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hatî kuştin weşandin. Di wêneyê hatî weşandin de tê dîtin ku, Veysî Demîr hatiye kaşkirin û gomlekê wî yê spî yê bixwîn diyare.

2 roj berê li Gundê Sîtiya Kût ya girêdayê Navçeya Ebexê ya Wanê zarokê bi navê Veysî Demîr yê 13 salî û F.Altan yê 15 salî li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê bi hinceta ku kasibkariya mazotê dike ji aliyê leşkerê tirk ve hatin gulebarankirin. Di bûyerê de Veysî Demîr jiyana xwe ji dest da û Altan jî xilas bû. Cenazeyê Demîr piştî rapora otopsiyê li gundê Sitiya Kut bigirseyî hate definkirin.

Di wêneyê ji aliyê Ajansa Nûçeyan DÎHA’yê ve hatiye weşandin de, derket holê ku leşkerên tirk piştî Veysî Demîr qetikirin li pey xwe kaş kirin û birin Sînorê Îranê definkirin. Wêneyê ku kuştina Demîr piştrast dike hatiye bidestxistin. Demîr ku serê sibehê di demjimêr 05.00'an de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin û pişt re li tev cilê wî hatibû binaxkirin hate ditin. Di wêne de tê dîtin ku, Veysî Demîr kaş kirine û bi gomlekê spî yê bixwîn bi keviran veşartî, destek Demîr xuya dike.

Bavê Demîr Mehmet Reşit Demîr jî duh diyar kiribû ku, kurê wî ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye qetilkirin û piştî li pey xwe kaş kirine birine li sînorê Îranê defin kirine û xwestine têxin situyê leşkerên Îranê. Di wêne de derket holê ku Demîr tev li gomlekê xwe yê sipî ku di nava xwînê de sor bûye hatiye definkirin. Tê dîtin ku milê wî hatiye kişanin û li derve axê maye.

'LEŞKERÊN TIRK KURÊ MIN KUŞTIN Û LI SÎNORÊ ÎRANÊ DEFIN KIRIN'

Duh Bavê Weysî Demîr Mehmet Reşît Demîr ji ajansa DÎHA'yê re axivî bû û wiha gotibû: "Dema em çûn cihê bûyerê bi şopa xwînê ketin û heta cihê cenazeyê kurê xwe meşiyam. Leşkeran kurê min li pey xwe kaş kiribûn û biribûn li sînorê Îranê defin kiribûn. Kurê min 150 metre li pey xwe kaş kirin û birin li Sînor definkirin. Leşkerên tirk kurê min kuştin û li sînorê Îranê definkirin. Dema me xwest em biçin cihê bûyerê ewil leşkeran em asteng kirin. Lê ji ber ku me israr kir em çûn. Me dît ku cenaze li pey xwe kaş kirine û defin kirine. Dema defin kiribûn milekî wî li derve mabû. Me cenazeyê kurê xwe derxist û anî gund. Em dê heta dawî vê mijarê bişopînin û dest ji bûyerê berdandin."