DÎDF: Li hember sûcan em bêdeng nemînin

Desteya Rêveber a DÎDF’ê têkîldarî Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand, got: “Em ên li Elmanya dijîn jî dengê xwe tevlî vî dengê alîgirê aştî, xwişktî, biratî û demokrasiyê bikin; em li hember sûcên li hember gel bêdeng nemînin.”

Desteya Rêveber a DÎDF’ê têkîldarî Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand, got: “Em ên li Elmanya dijîn jî dengê xwe tevlî vî dengê alîgirê aştî, xwişktî, biratî û demokrasiyê bikin; em li hember sûcên li hember gel bêdeng nemînin.”

Desteya Rêveber a DÎDF’ê diyar kir ku bi sedan salan e newroz wek mizginiya biharê, cejna aştî, xwişktî û biratiyê dihat pîrozkirin, îsal bi şer û mirinê tê pêşwazîkirin. DÎDF’ê destnîşan kir ku Amed, Cizîr û Gever ên bi mehan e di bin topbaranê de ne ji Heleb û Gazzeyê ti ferqa xwe nînin.  

 ‘TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ WÊ AŞTÎ BI SER KEVE’

DÎDF’ê wiha got: “Gelê Kurd ne bi tenê ye. Ne di êşên dikşîne de, ne di aştiyê ne jî di hesreta ji azadiyê re…Ji ber vê jî tevahî gelên bindest û kedkarên vê erdnîgariyê di asta têkoşîna li dijî Dehaqên nûjên de wê karibin bibin xwedî welatekî mirovî. Em ên li Elmanya dijîn jî dengê xwe tevlî vî dengê alîgirê aştî, xwişktî, biratî û demokrasiyê bikin; em li hember sûcên li hember gel bêdeng nemînin. Em bi Kurd, Tirk, Elewî, Sunî û bi temamî bindestan re yekîtiya xwe xurt bikin. Em ji birêvebirina bi dîktatoriyê re, tinehesibandina gelê Kurd re, kolan bi kolan, tax bi tax, bajar bi bajar qetilkirina wan re bêjin na.”

‘DIVÊ YEK Û HIKÛMETA ELMAN NEBE HEVKARÊN VÎ SÛCÎ’

DÎDF’ê destnîşan kir ku “Yek ji alîgirê siyaseta şer û hilweşînê ya hikûmeta AKP’ê û Erdogan jî hikûmeta Elman û Yekîtiya Ewropa ye” û wiha dewam kir: “Em bi hêzên demokratîk ê Elmanya re li hember vê destekê protestoyan pêş bixin, ji bo raya giştî ya Elman-Ewropa bi rastiyan bihisin em bikevin liv û tevgerê.”