Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle diyar kir ku rêveberiyên xweseriya demokratîk ên ji aliyê gelê Kurd ve hatin îlankirin, di mutabakata Dolmabahçeyê de hebû. Dîcle da xuyakirin, ku mutabakat piştî ku di nava dewletê de hat nîqaşkirin, hat weşandin.
MELEK YUKSEL / FERHAT ARSLAN
AMED
çarşem, 30 berfanbarê 2015, 07:00
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle diyar kir ku rêveberiyên xweseriya demokratîk ên ji aliyê gelê Kurd ve hatin îlankirin, di mutabakata Dolmabahçeyê de hebû. Dîcle da xuyakirin, ku mutabakat piştî ku di nava dewletê de hat nîqaşkirin, hat weşandin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle mijara xweseriya demokratîk ji ANF'ê re nirxand.
XWERÊVEBERÎ, XWESERÎ TÊ WATEYA DEMOKRASIYA XWECIHÎ
Dîcle di destpêka axaftina xwe de got, "Ez hemû şehîdên me yên di vê pêvajoyê de bêteredût canê xwe feda kirine silav dikim" û da zanîn ku xweseriya demokratîk, xwerêveberî tê wateya rêveberiya xwecihî, bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demokrasiya xwecihî ye.
Dîcle da xuyakirin ku ev her çar têgîn, têgînên weke hev in, tên heman wateyê û got, "xwe-ser tê wateya rêveberiya bi serê xwe. Xwerêveberî jî têgîneke bi heman rengî ye. 'Demos' jî 'Demokrasî' ye, em jê re dibêjin xweseriya demokratîk. Demos di zimanê Yewnanî de tê wateya 'gel'. Têgînên xweserî, xwerêveberî bi zimanê Erebî 'muxtariyet' e. Di Yewnanî de 'otonom' e. Ev hemû heman têgîn in. Yanî mebesta me di xweseriya demokratîk de, rêvebirin xwe bi xwe ya gel e. Û ev yek ji demokrasiya yekser, demokrasiya tevlîkar, ji têgîna ku di dema dawî de me weke 'demokrasiya radîkal' pênase kirin, ne cuda ne."
XWESERÎ DI MUTABAKATA DOLMABAHÇEYÊ DE HEBÛ
Dîcle bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê û nîqaşên di vî warî de hatin kirin û wiha axivî: Di diyalogên li Îmraliyê de em ji vê re bûn şahid: Mînak; Mutabakata Dolmabahçeyê piştî ku ji aliyê Rêbertî ve hat amadekrin û di nava dewletê de hat nîqaşkirin, hat weşandin. Xala wê ya destpêkê, nîqaşkirin û muzakerekirina demokrasiya neteweyî û demokrasiya xwecihî bû. Rêbertî di wê demê de jî gotibû; Ji niha û pê ve li şûna xweseriya demokratîk ez ê têgîna demokrasiya xwecihî bi kar bînim. û di xala destpêkê ya Mutabakata Dolmabahçeyê de ev hebû. Lewma, di encama nîqaşên demek dirêj de mebesta xwe ya di xweseriya demokratîk de bi heyeta dewletê re da fêmkirin. Ji xwe, di dema hevdîtinan de (armanca hevdîtinan jî ew bû) daxwaz û armanc ew bû ku alî hev du baş fêm bikin, fêm bikin ku mebesta wan a di têgînan de çi ye û naveroka wan bên dagirtin. Di vê mijarê de ez bawerim Rêbertî bi awayê ku di parêznameyên xwe de destnîşan kir, bi hemû aliyan re niyeta xwe ya li ser xweseriya demokratîk ji dewletê re ragihandibû. Lewma ew 10 xalên Mutabakata Dolmabahçeyê welê ji ber xwe ve derneketin holê. Hin analîstên siyasî di roja îro de dibêjin ku deklarasyona me îro weşandin, 'tê wateya vekirina Deklarasyona Dolmabahçeyê'. Ev ne nêrîneke erzan e."
DEWLET BI ZANEBÛN DAXWAZA XWESERIYÊ BEREVAJÎ DIKE
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle da zanîn ku dewlet bi zanebûn daxwaza xweseriyê berevajî dike, şaş nîşan dide û li ser xweseriyê çend mînak ji Ewropayê da: "Mînak li Fransayê, rêxistinbûyîneke unîter a tund bû, lê îro herêmên îdarî hene û xwe bi xwe bi rêve dibin. Wekî din li Spanyayê herêmên siyasî hene, xwedî erka qanûndanînê ne. Îtalya, Îngilîstan jî bi heman rengî ye. Yan jî em bêjin Elmanya, Swîsre, Awûstûrya xwedî sîstemên federal in. Di nava van rêxistinbûyîna federal de her aliyekî federe, hem xwe bi rêve dibin hem jî, ji rêxistinbûyîna otonomî yan jî xweseriyê ku em bilêv dikin zêdetir xwedî erkan e. Yanî Tirkiye baş dizane xweserî yan jî xwerêveberî tên wateya çi. Bi zanebûn berevajî tê nîşandan. Armanc ew e ku daxwaza mafdar a xwerêveberiyê ya Kurdan, daxwazên xweseriyê ku mafekî xwezayî ye terorîze bikin û sûcdariya cihêkariyê li Kurdan bike. Bi vî rengî hewl didin hemû hewldanên me yên bi kêrî civaka Tirkiyeyê bê û civakê bi pêş de bibe, terorîze bikin, manîpule bikin."
XWERÊVEBERÎ ÇIMA TÊ MANÎPULEKIRIN
Dîcle da xuyakirin, ku piştî mase ji aliyê Serokkomar ve di destpêka meha Nîsanê de hat qelibandin û zelal bû ku êdî niyeta wan a çareseriya bi rêbaza demokratîk nîne, gel xwerêveberiyên xwe ragihand û pêvajo bi vî rengî derbasî qonaxeke nû bû.
Dîcle diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinan de jî her tim digot, 'Jiyana gelê Kurd a bi awayekî xweser, bi xwerêveberiyan, mafê herî xwezayî ye' û got, "Dema dewlet tine bû jî, gelê Kurd xwe bi xwe bi rê ve dibir, bi awayekî xweser dijiya.
Dîcle axaftina xwe wiha dewam kir: "Rêbertî digot, 'eger ev pêk neyê, gel wê vê yekê bi hêza xwe, bi biryara xwe pêk bîne'. Ji ber ku gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu bijî. Yanî wê kefenê bêstatutiyê yê berî sed salî di 1. Şerê Cîhanê de li gelê Kurd hat kirin, wê biçiranda. Ji ber vê yekê, eger bi rêyên demokratîk encam neyê wergirtin, wê gelê Kurd bi vîn û hêza xwe, jiyana xwe ya xwezayî bi rêxistin bike û têkoşîna xweserî, azadiyê bmieşîne. Ev dihat dîtin. Mebet û armanca ewçend nîqaşkirina xendekan jî ew e, ku li şûna vê modela xwerêveberiyê, dixwazin xendek bê nîqaşkirin û daxwaza me ya xwerêveberiyê ji nedîtî ve bên."
EGER DEWLETÊ KONSEPTA ŞER NEXISTIBÛYA DEWRÊ, XENDEK NEDIHATIN KOLANDIN
Li ser mijara xendekan jî Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle ev nirxandin kir: "Eger dewletê piştî 24'ê Tîrmehê ji her alî ve konsepta şer nexistibûya dewrê, wê xendek jî nebûna. Dikarîbû, ji ber qutbûna hevdîtina, îlanên xwerêveberiyê dewam bikira.
Di 5'ê Hezîranê de bombe li Amedê bombe hat teqandin ku dûre hat hînbûn çeteyên DAIŞ'ê kirine. Gelo li wê derê xendek hebûn? Li Enqereyê yan jî Pirsûsê bi sedan mirovên me, li Enqereyê zêdeyî sed, li Pirsûsê 33 canên me qetil kirin. Li wê derê xendek hebûn? Na. Piştî ku konsepteke tinekirina rêxistinbûyîn û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd ji aliyê zîhniyeta faşîst a dewletê ve ket meriyetê, bi armanca parastinê kolandina xendekan destpê kir. Êdî pirsgirêk, ji nîqaşkirina vê derbas bûye. Êdî li bajaran, li navçeyan zêdeyî 20 rojan li ser hev bi tank, top û hawan an jî helîkopteran êrîş li hemberî gelê me tên kirin. Ku ev yek ji dema êrîşên Hîtler yanî ji bomberdûmana gettoyên Yahûdiyan bêhtir wehşî ye. Di rewşeke bi vî rengî de divê mesele xendek mendekan qet neyê nîqaşkirin. Gelê me xwe diparêze. Ev mafê xwe yê rewa ye. Her ruhber xwedî vî mafî ye, em jî weke mirov xwedî vî mafî ne. Yanî sitriyê gulekê bi xwe jî, hêza wê ya xweparastinê ye. Wekî din moza hingiv ji bo hingivê xwe biparêze, bi mirovan vedide. Hûn ê rabin êrîşî gelekî bikin, hemû daxwazên xwerêveberiyê terorîze bikin...xweparastin jî mafê herî rewa ye. Rast e hezar sal in dîroka me û ya Tirkan hevpar bûye, lê belê berî hezar salî, di dîroka hezaran salan a Kurdistanê de Kurdan xwe bi xwe, bi xweserî û xwerêvebirinê xwe bi rê ve birine. Xwe gihandine statuyeke nêzî serxwebûnê. Ê hûn ê niha werin, mafên herî xwezayî yên Kurdan xesp bikin û ji Kurdan jî bixwazin ku li hemberî vê bêdeng be. Gelo tiştekî bi vî rengî pêkane? Divê her kes mijarê bi vî rengî binirxîne û bibîne."